ÎZMÎR - Doç, Dr. Fîkret Başkaya, diyar kir ku kapîtalîzm bi dehfdana dewletan xwe li ser piyan digire û got: “Êdî pêdivî bi siyaseteke nû heye. Hikûmet êdî nikare bi rêve bibe. Oldarên polîtîk tu projeyeke wan a civakî tuneye. Li paş xwe mêze dikin û di sedsala 7’emîn de li çareseriyê digirin.”
Di 23’yemîn Fuara Pirtûkan a bi hevkariya TUYAP Û TYB pêk hat de, Doç. Dr. Fikret Başkaya beşdarî gotibêja bi sernavê “Hilweşandin: Li ser Krîza talî ya Kapîtalîzmê” ya ji aliyê Weşangeriya Yordam ve pêk hat, bû.
KAPÎTALÎZM RÊ LI KRÎZAN VEDIKE
Başkaya, diyar kir ku kapîtalîzm bi pergala cîhanê ya ber bi tunebûnê ve diçe re rû bi rû ye û wiha axivî: “Pergala kapîtalîzmê rê li krîzan vedike. Ev krîz jî wisan ne hêsanin. Pir zêde pêdivî bi zindiyan nayê dîtin. Her ku diçe hejmara mirovên bê kar zêdetir dibe. Lê pirsgirêkek krîtîk heye. Êdî nirxê robot û makîneyan zêdetir dibe. Ev yek pirsgirên şer, şerê navxweyî û ekolojiye derdixin holê. Li Tikirkiyeyê desthilatdariya AKPê oldara polîtîk kê derê vale bibîne li wê derê yan rê çêdike, yan jî înşaatê ava dike. Ji bo projeyên mezin, bi mîlyonan pare rijand. Lê li holê pare tuneye. Îsal Tirkiye ji sedî 7 mezin bû. Di çeyreka dawîn de ji sedî 10 mezin bû. Beramberî van hejmaran tuneye. Ji ber ku ev mezin bûn wan eleqeder nake. Pergal nirxan ava neke. Êdî pergal gihaye ber sînorên derve û hûndir de. Tişt nikare li gorî xezaya xwe, xwe ava bike.”
‘PÊDIVÎ BI PERSPEKTÎFÊN CÛDA HEYE’
Başkaya, da zanîn ku tu qadan nemane ku nehatin arizîbûn û wiha bi dawî kir: “Êdî mirov mîna mirovan li hem mêze nakin. Êdî nikarin birêve bibin. Astengdarên birêvebirinê. Oldarên polîtîk tu projeyeke wan a civakî tuneye. Li paş xwe mêze dikin û di sedsala 7’emîn de, li çareseriyê digirin.”