ENQERE - Rojnameger Musa Ozugurlu, êrîşên li dijî Sûriye yên dawî nirxand û diyar kirin ku piştî şerê li dijî Efrînê rê li pêş şerê li Guta û êrîşên li ser Sûriye hatin vekirin. Ozugurlu, destnîşan kir ku gavên ku bêyî kurdan bên avêtin dê bê encam bimînin.
DYA, Îngîltere û Fransa bi îdîaya li dijî Duma çekên kimyewî hatiye bikaranîn bi fuzeyan êrîşî 5 bajarên Suriye kirin. Piştî DYA êrîşî Sûriye kir, di navbera Rusya û DYA de rageşî zêde bû. Rusya DYA hişyar kir û diyar kir ku ger êrîş bidomin dê bersîv bide. Bi êrîşa fuzeyan a li dijî 5 navendên Sûriye şerê li Sûriye piştî 7 salan ket pêvajoyek nû.
Rojnameger Musa Ozugurlu, bal kişand ser operasyona li dijî Sûriye û nexşeya siyasî ya li Sûriye. Ozugurlu, anî ziman ku siyaset li ser 4 perçeyên nexşeya Sûriye tên kirin û wiha got: "Siyaseta 4 perçeyên Sûriye dixwaze tê kirin. Rêveberiya Sûriye bi 3 hêzên ku dixwazin nexşeya xwe li ser Sûriye ava bikin re şer dike. Perçeyê 1'emîn Navenda Şamê ye. Ya 2'emîn sînorê Urdunê Dara ye. Ya 3'yemîn Bakurê Îdlib e. Ya 4'emîn jî perçeyê di bin destê YPG û Kurdan de ye. Rejîma Suriye piştî Guta dixwaze berê xwe bide herêma Îdlib, Dera û Hama-Humusê. DYA û hêzên piştgiriyê didin komên li wir heye. Li ser van komên heremê Rêxistina Ceyşul Îslam ku 40 koman di bin baneyê xwe de diparêze heye. Welatên ku piştgiriyê didin van koman naxwazin ku Sûriye tevahiya Guta têxin kontrola xwe. Erebîstan, DYA û Tirkiye ji vê yekê bêzar e. Naxwazin Rejîma Sûriye ber bi herêmên din ve biçin. Niha rewş her ku diçe bêtir cîddî dibe. Êdî şerê wekaletê bi dawî bûye û aktorên esasî ketine dewreyê. Ji bo vê yekê ewil idîa kirin ku çekên kimyewî bi kar anîne. Di Tebaxa 2013'an de dîsa idîayên çekên kimyewî anîn rojevê. Piştî ku rejîmê got çekên kimyewî îmha kirine rawestiya. Lê piştî Trump disa hat ser kar, vê carê polîtîkaya agresif xist meriyetê. "
PIRSGIRÊKA LI SÛRIYE ENCAMA NAKOKIYÊN RÛSYA Û DYA YE
Ozugurlu, bal kişand ser êrîşa DYA ya li dijî Baregeha Hewayê ya Şayratê û wiha got: "Ev êrîş bi agahiya Rusyayê pêk hat. Di êrîşa niha de nakokiyên aktorên nû hene. Ji ber ku di navbera DYA û Rusya de nakokî hene li ser axa Sûriye hatin hemberî hev. Şerê li Efrînê rê li pêş şerê li ser Duma û Guda vekir. Piştî Tirkiye êrîşî Efrînê kir, rê li pêşiya şerê li Guta û Duma vekir. Tirkiye bi operasyonek mezin hewl da têkeve Efrinê. Divê hemû hêzên cîhanê êdî qebûl bikin ku cihê kurd lê dijîn mafê wan e û parek mezin ya wan e. Dixwazin Kurdên li Sûriye wekî pîne û rêxistina terorê bidin nîşan. Dixwazin bi vî rengî êrîşa li ser kurdan rewa nîşan bidin. Sedema qeydan a di navbera Tirkiye û DYA ya herî mezin jî ev e. Pirsgirêka di navbera Tirkiye û DYA de dê berdewam bike. Niha li Sûriye mijara El Nusra, Ceyşul Îslam xelas bû. Lê meseleya esasî pirsgirêka kurd li holê rawestiya ye. Iraq û Îranê jî eleqeder dike. Ji ber ku kurd li van welatan jî hêza sereke û zindî ye. Ji bo Rusya jî heman tişt e. Ji ber ku serdestiya hêzê ya di navbera DYA û Rûsya de girêdayî kurdan e. Li vir hêza Kirde kurd in. Kurd kirde ne."
TIRKIYE ROTA WINDA KIRIYE
Ozugurlu anî ziman ku Rûsya û DYA di ferqa hêza li herêmê dene û wiha bi bi dawî kir: "Bersîva Rûsya ya vê operasyonê dê pêşerojê diyar bike. Ger ku Rusya bersîv bide dê senaryoyek xerab derkeve holê. Îhtîmalek pir biçûk heye ku Rûsya bersivê bide keştiyên ku êrîş pêk anîn. Ji ber vê yekê dibe ku êrîşên DYA bi sînor be. Niha Tirkiye daxuyaniyên nakok dide. Niha Tirkiye li rotaya xwe digere. Tirkiye bi îktîdara Erdogan rota winda kiriye.
TU HÊZ BÊYÎ KURDAN NIKARE GAVAN BAVÊJE
Tu hêz nikare hêza kurdan paşguh bike û tev bigere. Tu hêz bêyî kurdan nikarin gavan bavêjin. Kurd dê hêza hevsengiyê û rewşa Sûriye diyar bikin. Ger ku Kurd û DYA bi hev re têkevin têkiliyê dê pêşeroja Sûriye diyar bikin."
MA / Kenan Kırkaya