MANÎSA – Fadîle Gokturk a ji Girtîgeha Şakranê hat berdan diyar kir ku ji nişkave bi ser qawîşan de digirin û girtî bi droneyan tên şopandin.
Fadîle Gokturk ji Doza Manîsa hat berdan. Gokturk li Girtîgeha Şakranê ya Jinan dima û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Gokturk diyar kir ku Şakranê wek herêmek polît hilbijartine û her tim rêveberiya girtîgehê bi şêwazek tund û zextdarî li ser girtiyan ve diçû. Gokturk anî ziman ku bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re li Şakranê jî wek hemû girtîgehan zext zêde bûne û got: “Bi OHAL’ê re bênavber bi ser qawîşên me de digirtin û lêgerînê pêk dianîn. Dest didan ser gelek kelûpelên girtiyan. Gelek kelûpelên taybet ên jinan dester kirin.”
‘BI DRONEYAN ME DIŞOPANDIN’
Goktur da zanîn ku di serî de operasyona li Efrînê û zextên li herêmê diqewimin bandora xwe li ser Şakranê jî dikir û wiha got: “Ji nişkave bi ser qawîşan de digirin û ev serdegirtin ne ji rêzê ne. Ji jor ve jî me dişopînin. Her tim bi droneyan me dişopandin û dixwazin ji rihê berxwedanê fêm bikin. Lê zext çiqas dibin bila bibin dê ev berxwedan û rih têk neçe. Divê dewlet û hikûmet vêya baş dizanibe.”
‘BI DSTAN LÊGERÎNÊ PÊK TÎNIN’
Gokturk destnîşan kir ku beriya rojname bên girtin nedidan girtiyan û her wiha radyoyan jî nedidan girtiyan û wiha domand: “Di demên dawî her tim ava me dibirîn. Her ku diçe nêzîkatiya rêveberiyê vediguhere argûmana şerê taybet ê derûnî. Mesele dema girtiyan dibin nexweşxaneyê û tînin bi destan lêgerîn dikin. Zextan li ser xizm û malbatên me jî dikirin. Dixwazin bi van zextan gelê me bitirsînin û berxwedanê têk bibin.”
‘BERXWEDAN YEK TÎPÊ ASTENG DIKE’
Gokturk bal kişand ser pêkanîna cilên yektîpî û got ku heta niha heke ku cilan nexistibin meriyetê jî sedema vê yekê berxwedana girtiyan e. Gokturk got ku gardiyan heqaretê li girtiyan dikin û dema girtiyan dibin nexweşxaneyê gelek radiwestînin û bi kelepçeyê tên dermankirin.
REWŞA DAWÎ YA MEVLUDE BAŞDAŞ
Goktur rewşa Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ya ji sedî 86 astengdar e û du car qirîza dil derbas kiriye û hêj girtine jî vegot û ev tişt got: “Gelek nexweşînin dayika Mevlude hene. Divê anjiyo bibe, lê dermankirina wê pêk nayê. Çavê wê nabînin. Nexweşînên wê yên micid hene. Dayikekê jî ceza dikin. Rûmeta mirovahiyê dicûn.”
‘BERSIVA HERÎ MEZIN BERXWEAN E’
Gokturk peyama girtiyên jin jî parve kir û wiha got: “Hevalên girtî peyama ‘Em ê tu carî serî netewînin. Bersiva li dijî zextan a herî mezin berxwedan e. Divê her kes di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bike’ ji raya giştî re şandin.”
MA / Zuhal Atlan – Ayşe Surme