ŞIRNEX – Welatiyên ku dîsa li gundê Cifane yê di salên 90’î de hat valakirin bi cih bûn, bal kişandin ser xweşbûna jiyana gund a bê ceryan û wiha gotin: “Mirov li bajêr mast, şîr û hêkan dikirî. Lê li gund wan hildiberînî. Jiyana li gund ji ya bajêr çêtir e.”
Malbatên ku ji nû ve vegeriya gundê Cifane yê Şirnexê yê di salên 1990’î de hat valakirin, malên xwe ji nû ve çêkirin û diyar kirin ku her çend zor û zehmetî hebin jî, jiyana li gund gelekî ya bajêr çêtir e. Li vî gundê ku ceryan lê tune ye, gundî debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Gundiyan behsa jiyana li gund kirin.
‘TENÊ CERYAN TUNE YE’
Emîne Bîlîk, diyar kir ku dema gundê wan hat valakirin wan ji neçarî koçî Cizîrê kiriye û got, 11 sal berê dîsa ew vegeriyane gund. Bîlîk, bi lêv kir ku ji ber jiyana bajêr zor û zehmet bû, wan berê xwe daye gund û jiyana vir bi wan xweştir tê. Bîlîk diyar kir ku tekane tengasiya wan ceryan e û got: “Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Li gund hejîrên me û rezen me hene. Em bi xwe diçinînin û bi xwe pêdiviyên xwe peyda dikin. Li bajêr me bi zorê debara xwe dikir. Ji bo me jiyana li gund çêtir e. Hema bêje li vir her tişt heye.”
‘LI BAJÊR TU DIKIRÎ, LÊ LI GUND TU HILDIBERÎNÎ’
Sadika Sanir jî, diyar kir ku li gund bêhna mirov dertê û domand: “Dema tu li bajêr bî tu mast, şîr û hêkan dikirî. Lê belê li vir tu her tiştî bi xwe hildiberînî. Li vir mirov rêzê nîşanî hevdu didin û piştevaniya hevdu dikin. Em serê sibehê zû radibin û heywanên xwe xweyî dikin. Paşê jî em mast û şîrê xwe çêdikin.”
Sanir, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin ceryan e, lê belê çi dibe bila bibe ew ê careke din ji gund koçî dereke din nekin.
Gulê Kalin jî, destnîşan kir ku jin li gund jî zêde tahbê dibînin. Kalin bi lêv kir ku jiyana li gund xweş e û got: “Em sewalvanî û çandiniyê dikin. 15 salin em li vir dijîn. Ji bilî gund cihekî ku em biçinê tune ye.”