* Li gundê Yirca yê Somayê jinên ku sabûna organîk a bi rûnê zeytê çêdikin, her çend mêran got “hûn nikarin bikin” jî li ber xwe dan xwe bi xwe aboriya xwe pêk tînin. Ji van jinan Emîne Akin got: “Dema mirov aboriya xwe bi dest dixe tiştekî pir xweş e. Ji ber vê naxwazim biçim malê.”
* Kesên ji ber betaliyê ji Tirkiyeyê berê xwe didin hin welatên ereban, ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan vedigerin. Niha amadekariyên avakirina Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên wan tê kirin. Dê ev komele mafê karkerên li derveyî welat dixebitin biparêze.
* Karkerên Sûriyeyî yên ku çermê rûyê pêlavan çêdikin, di şert û mercên giran de dixebitin. Yek ji van karkeran Cûma Hecî Xelîl wiha behsa şert û mercên jiyanê kir: Xwediyê xanî doza heqê kirê dike. 450 lîre. Heqê ceryanê û avê 500 lîre hatiye. Êê dê Cûma çi bike. Wê ji bo zarokên xwe xerc bike, dê kincan pê bikire, dê pê pêlavê bikire an dê pê heqê kire bide?
* Karkerên taşeronî yên li Zanîngeha Egeyê ku li benda kadrobûyînê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê vê derhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû mane, di 1’ê Gulanê de mehkûm bikin.
* Pirtûka “Oglanlar” ku bedenê wekî “qada cengê” û mêraniyê jî wekî “tiryakê” destnîşan dike, ji Weşanên Guldunyayê derket. Nivîskar Jessica Schiefauer diyar dike ku zayendîbûyîn ji bo keç û mêran şer e.
* Di ser kuştina Pinar Gemsizê ku polîsan ew kuşt, re 2 sal derbasbûn, lê belê heta niha tu geşedan rû nedane. Yaşar Gemsîz, hevjînê Pinar Gemsîzê, diyar kir ku ew li benda edaletê ne û got keça wî dibêje “Bavo, ez ê kengî kujerên diya xwe bibinim.”
* Welatiyên ku dîsa li gundê Cifane yê di salên 90’î de hat valakirin bi cih bûn, ji bo jiyana gundê ku ceryana wê tune ye wiha gotin: “Tu li bajêr mast, şîr û hêkan dikirî. Lê belê li vir tu wan hildiberînî. Jiyana li vir ji ya bajêr çêtir e.”
* Fadîle Gokturk a ji Girtîgeha Şakranê hat berdan diyar kir ku ji nişkave bi ser qawîşan de digirin û girtî bi droneyan tên şopandin.
* Rojnameger Musa Ozugurlu, êrîşên li dijî Sûriye yên dawî nirxand û diyar kirin ku piştî şerê li dijî Efrînê rê li pêş şerê li Guta û êrîşên li ser Sûriye hatin vekirin. Ozugurlu, destnîşan kir ku gavên ku bêyî kurdan bên avêtin dê bê encam bimînin.
* Jinên Dersimî bi hatina biharê re dest bi komkirina gîha û pincarên li çiyayê Dersimê şîn dibe, kirin. Jinên Pulûrê ku diçin pincarê kom dikin diyar kirin ku ev pincar hem şîfa ye û hem ji debar e.
* Li Cizîrê mala dawîn a piştî qedexeyê li ser piyan ma û li cihê ku avahiyên TOKÎ'yê lê tên çêkirin dimîne jî dixwazin hilweşînin. Şêniyên malê gotin “Em ê biçin ku derê?” û bertek nîşanî vê rewşê dan.
* Odeya Tabîban a Stenbolê û Odeya Tabîban a Amedê dê hilbijartinên xwe pêk bînin. (09.00-17.00)
*Jinên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'î dê li Enqereyê bi armanca amadekariyên 1'ê Gulanê binirxînin li Bahar Cafe di taştê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Rêxistina DBP'ê ya Edeneyê dê 1'emîn Kongreya Asayî pêk bînin. (13.00)
* Nivîskarê Kurd Sîdar Jîr dê li cihê xwe yê Taksimê gotûbêş bê kirin. (15.00)