ENQERE - Çalakiya kolana Yukselê di roja 335'an de berdewam kir. Polîsan di çalakiyê de 3 çalakger binçavkirin. Rojnamegerên xwest çalakiyê bişopînin rastî astengiyên polîsan hatin.
Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 335’an de berdewam kir. Çalakgerên bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" daketin kolanê û xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîş kir û 3 kes binçav kirin. Polîsan dema mudaxale kir û 3 kes binçav kirin destûr neda ku nûçegîhanên JINNEWS Û Ajansa Mezopotamya (MA) dîmen û wêneyan bikişînin. Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamegeran xwar.