WAN – Ji bo Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku ji peywîrê hat dûrxistin ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn di 24'ê tebaxa 2015'an de li Wanê hatibû girtin û piştî 14 mehan hatibû berdan. Darizandina bê girtî ya Çetîn domiya. Der barê Çetîn de bi îddiya “Endama rêxistinê ye” doza hatiye vekirin dewam dike û îro rûniştina 6’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’êmîn a Wanê hat dîtin. Çetîn beşdarî dozê nebû û parêzerên wê amade bûn.
Dozger di mutala xwe de bi îddiaya “Endama rêxistinê ye” ji 7 salan heta 15 salan ji Çetîn re ceza xwest. Doz taloqî 25’ê çileya 2018’an bû.