Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir

  • rojane
  • 17:35 11 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku li Stenbolê hevdîtinên xwe didomîne serdana HDK’ê kir. Ozturk Turkdogan, diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navnetewî ye û anî ziman ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê divê Tirkiye bê şopandin.
 
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku li Stenbolê hevdîtinên didomîne, piştî Buroya Hiqûqê ya Asrinê serdana Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) kir. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr, Cengîz Çîçek û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Erdal Guzel, Ozturk Turkdogan û gelek kesan endamên delegasyonê pêşwazî kirin. 
 
Di serdanê de Wezîrê Karê Hundir û Edaletê yê Îzlandayê yê Berê Ogmundur Jonasson pirsa di girtîgehan de binpêkirinên çawa tên jiyîn kir. Namzetê parlamenteriyê Ozturk Turkdogan ê bersiva Jonasson da qala kesên ji ber azadiya fikir û raman hatine girtin kir. Turkdogan, anî ziman ku li ser kapasîteyê girtî di girtîgehan de hene û da zanîn ku ev hejmar ji 60 hezaran zêdetir e. Turkdogan bi lêv kir ku herî zêde girtiyên ji ber sedemên siyasî girtî ne rastî binpêkirinan dibin û anî ziman ku her ku diçe hejmara girtiyên siyasî zêde dibe û tu serdeman qasî vê dawiyê girtî zêde nebibûn û qala siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevanan kir. 
 
JI ÎMRALIYÊ BER BI TIRKIYEYÊ VE
 
Turkdogan, diyar kir ku bi taybetî li dijî gelê kurd pêlên operasyonên girtinê çêdibin û qala binpêkirinên ji ber girtîgehên bi tîpên F, S û Y derdikevin holê kirin. Turkdogan axaftina xwe wiha domand: “Kesên di van şertan de li girtîgehan tên ragirtin di van şertan de dikarin herî zêde 10 salan bijîm. Ev siyaseteke tecrîdê ye. Mînakên vê ewilî li Îmraliyê pêk anîn. Niha jî belavî hemû Tirkiyeyê kirin. Ev rewşeke gelek nebaş e.”
 
Turkdogan bal kişand ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayên pêkanîn û bi lêv kir ku heke bên pêkanîn wê gelek kes bên berdan. Turkdogan, anî ziman ku her wiha divê guhertineke qanûnî jî pêk were. 
 
‘DIVÊ WELATÊN YE’YÊ TEV LI BIBIN’ 
 
Turkdogan, da zanîn ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Serokkomar were guhertin û wê li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd lêgerînek dest pê bike û anî ziman ku divê di vê çarçoveyê de Yekitiya Ewropayê (YE) jî li Tirkiyeyê weke “çavê sêyemîn” di nav vê pêvajoyê de cih bigire û anî ziman ku bendewariyeke wan a wisa heye.
 
‘DIVÊ ÎMRALI BALDARÎ BÊ ŞOPANDIN’ 
 
Turkdogan, da zanîn ku cezayê hefsê yê heta hetayê ji bo Abdullah Ocalan hate derxistin lê pişt re herî kêm 4 hezar kes mehkûmî vî cezayî hatin kirin û îşaret bi biryara DMME’yê ya 14’ê adara 2014’an kir. Turkdogan, anî ziman ku ev biryar ji bo Abdullah Ocalan, siyasetmedarên kurd û girtiyan nehatiye sepandin û da zanîn ku Tirkiyeyê ev biryara weke referans nîşan da û bi sedan endamên Hîzbûllahê berdan. Turkdogan, destnîşan kir ku ev cezayê li Abdullah Ocalan hatiye birîn bi hezaran girtiyan eleqedar dike û wiha got: “Ne tenê girtiyan jî qedera hemû gelê kurd eleqedar dike. Ji ber vê yekê divê gelek bi ser Îmraliyê bê sekinîn.”
 
POLÎTÎKAYEKE BI ZANEBÛN
 
Pişt re endamê Delegasyonê Profesorê Civaknasî û Mirovnasiyê Denis O’Hearn jî sedemê sewqkirina girtiyan pirs kir. Cengîz Çîçek ê bersiva O’Hearn da anî ziman ku ev rêbazekek cezakirinê ye. Çîçek diyar kir ku girtî ji cihên dûrî ax û malbata wan re tên şandin û ragihandina bi malbatên wan re tê birîn û ev yek weke “polîtîkayeke” bi zanebûn nirxand. 
 
ROLA TIRKIYEYÊ YA ‘NEÇARESERIYÊ’ 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a pişt re axivî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê tiştên diqewimin ji derve baş nayên fêm kirin. Demîr a qala rola Tirkiyeyê ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir, anî ziman ku hêzên paramîlîter ên derbasî Sûriyeyê bûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin. Demîr, diyar kir ku Tirkiye van hêzan di çarçoveya hêzên xwe bikartîne û da zanîn ku li gorî agahiya bi dest xistin gelek ji wan bi pasaporta kesk şandine Ewropayê. Demîr, anî ziman ku ji ber vê helwesta Tirkiyeyê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nayên çareserkirin. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya HDK’ê Ebrû Yildirim a pişt re jî axivî, bal kişand ser hilbijartinên ku 14’ê Gulanê bên kirin. Yildirim, anî ziman ku hilbijartin qasî ku bandorê li hemû cîhanê bike girîng in û diyar kir ku wê encama wê bi bandor be.
 
 

Sernavên din

14/05/2023
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin