WAN – Hevsera ajokarê texsiyê li Erdîşê rastî êrîşê hat Zafer Ceylan Vildan Ceyhan, diyar kir ku heta niha der barê alavên li ser hevserê wê û texsiya wî de tu agahî bi wêre parve nekirine.
Di 28'ê Îlonê de li taxa Sulû ya navçeya Erdîya Wanê, polîsên tevgera taybet maşîne rawestandibû. Di bûyerê de polîsan 2 kes kuştin. Ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan, di bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Hevsera Ajokar Zafer Ceylan Vildan Ceyhan, diyar kir ku hêj der barê alavên hevserê wê û texsiya hevserê wê de tu agahî nedane wê. Ceyhan, anî ziman ku li ser dosya biryara nepenî heye û heta niha têkildarî dosyayê de tu pêşketin tune ye. Vildan Ceylan diyar kir ku 4 zarokên wê yên di navbera 17 - 5 salî de hene û di meha mijdarê de 18 sal di ser sewaca wan re derbas dibe. Ceyhan, anî ziman ku hêj agahiya kurê wê yê 5 salî Mustafa ji kuştina bavê wî tune û wiha got: "Kurê min pir ji bavê xwe hez kir. Kurê min ê 5 salî her roj li benda vekera bavê xwe bû.
BI SALAN DI ÎNŞAETÊ DE XEBİTÎ
Ceyhan, destnîşan kir ku beriya hevserê wê dest bi karê ajotvaniya texsiyê bike bi salan karê înşaetê kir û wiha got: "Dema hevserê min bi gogê lîst piyê xwe şikand. Êdî nedikarî karê înşatê bike. Piştre bi alîkariya hevalên xwe texsî stend û dest bi ajotvaniya texsiyê kir. Bi rêk û pêk diçû kar û dihat malê. Roja bûyerê ez bi telefonê lê geriyam, lê bersîv neda telefonê. Ez bi israr lê geriyam, le bersiv neda û peyam ji min re neşand. Li ser vê yekê ez ketim nava bêzariyê. Ez fikirîm ku qeza derbas kiribe. Heta roja din ez wekî li ser agir rawestiyam. Pişt re hevalekî wî li min geriya. Berî ku bûyer pêk bê hevalê wî ew dîtibu. Ji wî re gotibû 'Ez diçim otogarê. Ger ku rêwî hebe ezê bigirim. Ger ku tune be ez dê biçim malê. Bi rûken ji hevalê xwe qetiya û çû otogarê. Piştî wê êdî me agahî jê negirt.
EZ BAŞ DIZANIM ÇI LI XWE KIRIYE
Ceyhan, anî ziman ku piştî kuştina hevserê wê 2 roj şûnde li midûriyeta polisan li wê geriyan û xwestin cenaze teşhîs bike û wiha got: "Gotin wê rojê hevserê te çi li xwe kiriye. Ez pir baş dizanim wê rojê çi li xwe kiribû. Wê rojê kotekî şîn û îşlikekî şînê vekirî li xwe kiribû. Min ew hazir kiribû. Piştre ez birim odeyek din. Min wê demê fam kir ku hevsere min kuştine. Min kir qerîn û min got kî çima ajotkarê texsiyê bikuje? Di wê kêliyê de min bihîst ku cenaze ketiye rê.
HETE DERBAS BÛ HÊJ AGAHÎ JI TEXSIYÊ TUNE YE
Ceyhan, destnişan kir ku roj û hefte derbas bûn, lê hêj cilê hevserê wê nedane wê û agahî ji texsiya hevserê wê tune ye. Ceyhan, destnîşan kir ku hevserê wê hatiye înfazkirin û wiha got: "Çi sûcê hevserê min heye? Ger ku sûcê wî hebe çima nagirtin. Hevserê min bê hesap înfaz kirin. Em hêj nizanin çima înfaz kirin. Dewlet tu agahiyê nade me. Çima negirtin çima înfaz kirin? Çima mirovekî bê guhen qetil kirin. Ew qas mirov kuştin û infaz kirin çi encam stendin? Dewletê çar zarok êtîm hiştin û ez jî bê çare hiştim. Roja cenazeyê hevserê min anîn min xwest ruyê wî bibînim. Lê destûr nedan ku ez rûyê wî bibînim. Mizgeft û maşîna cenaze nedan me. Destur nedan ku sela ji bixwînin. Em neçar man ku li ber deriyê mkala xwe cenaze bişon. Dema min xwest cenaze bibînim, polîsan got 'Ger ku tu israr bike em dê cenaze ji de bistînin' û destûr nedan. Ev dê her dem ji bin re bibe dert û kul."
EZ BÊDENG NAMÎNIM
Ceyhan, anî ziman ku di ser kuştina hevserê wê re 12 roj derbas bûn û hêj li bendê ye ku bê û wiha got: "Ez li hemberî vê bûyerê bêdeng namînim. Hêj der barê bûyerê de tu agahiyek zelal bi mere parve nekine. Ez dê heta dawî bipirsim."