AMED – 11'ê Cotmehê, 10’emîn salvegera wefata nivîskarê kurd Mehmed Uzun e. Nivîskarên kurd got ku Uzun wêjeya kurdî gihandiye seranserê cîhanê û ji ber êdî ew tune xemgîniyek mezin hîs dikin.
Nivîskar û rewşenbîrê kurd Mehmed Uzun di 11’ê cotmeha 2007’an de li Amedê ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da û li Amedê li Deriyê Mêrdînê hat veşartin. 10 sal bi ser koça dawî ya Uzun re derbas bû lê cihek wî yê herî girîng di nav civak û nivîskarên kurd de heye. Uzun ji bo wêje û zimanê kurdî li cîhanê belav bike xebatek bêhempa da meşandin. Di demek nêzî salvegera wefata Uzun de, Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîra Amedê park û abîdeya li ser navê Mehmed Uzun rakir. Li dijî vê yekê jî bertek hatin nîşandan. Nivîskarên kurd têkildarî bîranîna Uzun axivîn û hestên xwe anîn ziman.
‘WÊJEYA KURD GIHAND HEMÛ CÎHANÊ’
Nivîskar û helbestvanê kurd Selîm Temo bibîr xist ku bi ser wefata Uzun re 10 sal derbas bû û got ku ew ji ber mirina Mehmed Uzun xemgîniyek mezin dijîn. Temo diyar kir ku Mehmed Uzun wêjeya kurdî bi hemû wêjeya cîhanê da nasîn û got: “Li gel ew qas sal derbas bûne berhemên wî hêj tirsê didin. Park û abîdeya li ser navê wî tê çêkirin jî hat rakirin. Ev jî bersivek barbarî ya li dijî serîrakirina berxwedêr û estetîk a wî ye. Hêj ji Mehmed Uzun ditirsin.”
‘WÊ NEYÊ JIBÎR KIRIN’
Nivîskar û rojnameger Mehmet Şahîn jî destnîşan kir ku Mehmed Uzun nivîskarê ziman û wêjeya qedexekirî bû û ew yek ji kevirê bingehîn ya serîrakirina li hember zimanek û wêjeyek dixwestin tune bike ye. Şahîn diyar kir ku ew di salvegera 10’emîn de Uzun bibîr tînin û ew ê tu dem berhem û keda Uzun ji bîr nekin. Şahîn got ku tu kes nikare Mehmed Uzun bide ji bîr kirin û Uzun wek kevirê mihengê pênase kir.
‘BÊRÊZIYÊ LI DIJÎ WÊJEYA KURDÎ YE’
Nivîskar û helbestvanê kurd Mehmet Akdogan jî da zanîn ku Mehmed Uzun tenê ji bo wêjeya kurdî ji bo gelên herêmê jî pênûsek wî ya xwedî hêz hebû û piştî Ehmedê Xanê û gelek nivîskarên din Uzun yekem nivîskarek ku wêjeya kurdî gihand wêjeya hemdem a roja îro. Akdogan bibîr xist ku Uzun hem bi tirkî û hem jî bi kurdî dinivîsand û koça wî ya dawî ji bo hemû gelan windahiyek mezin bû. Akdogan bal kişand ser rakirina navê park û abîdeya Mehmet Uzun û got ku rakirina navê parka Uzun bêrêziya li dijî wêjeya kurdî ye.