Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin

img
MÊRDÎN - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk George Aslan ê suryan, li dijî cuntaya 12’ê Îlonê li zindanê alaya şoreşgeriyê li ba kir û ev 40 sal in vê têkoşînê didomîne. Aslan, li xaka ku jê hatibû sirgûnkirin weke nûnerê gelê xwe vegeriya. 
 
Partiya Çepên Kesk hewl dide nûnerên hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê bişîne meclisê. Yek ji van namzetan jî namzetê Mêrdînê yê suryan George Aslan e. Aslan, 37 sal berê ji ber xebatên xwe yên siyasî neçar ma ku ji Tirkiyeyê sirgûnî Ewropayê bibe. Aslan, ji taxa Arbo ya Nisêbînê ye, di dema darbeya 12’ê Îlonê de ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin û li Girtîgeha Mamakê hate ragirtin. Demekî kin di girtîgehê de ma û piştî ku cezayê wî teqez bû, di sala 1986’an de neçar ma ku sirgûnî Ewropayê bibe. Aslan, li bajarên Ewropayê jî di nava saziyên asur-suryanan de xebatên xwe domand. Li gel saziyên asur-suryanan ên li Ewropayê, her wiha kovara siyasî ya Şîmşo ku zimanê suryanî jî di nav de bi giştî bi 5 zimanan weşanê dike derxist. Aslan, di nava saziyên kurdistanî yên li Hollandayê de jî xebatên xwe domand. 
 
‘EM NE JI WELÊT NE JÎ JI SIYASETÊ QUT BÛN’
 
Aslan, 37 sal piştre cara ewil e vedigera warê xwe Mêrdînê. Aslan, bi bîr xist ku koçberkirina suryanan ên ewilî piştî Komkujiya Seyfo ya di sala 1915’an de li dijî suryanan hatiye kirin dest pê kirine. Aslan, axaftina xwe wiha domand: “Piştî koçberiyên salên 1970’an, di van demên dawî de veger dest pê kirine. Tevî van koçberkirinan jî em ne ji welatê xwe û ne jî ji siyasetê qut bûn. Dema cara ewil hatim vê derê, min got qey dê Mêdîna berê, Nisêbîna berê, gundê xwe yê berê ku lê ji dayik bûbûm û mezin bûbûm bibînim. Dema hatim, yekser çûm gundê xwe. Lê bi navê gund tu tiştek nema bû. Bi rastî jî ji ber vê gelek xemgîn bûm. Min dixwest ku wan coxînên min di nav de top dilîst bibînim, wan kolanan bibînim. Lê min li şûna wan gundekî ewropayî yê modern dît. Lewma vê yekê bandor li min kir. Dema çûm Mîdyadê jî min bajarekî cuda dît. Dema çûm Nisêbînê jî heman tişt bû. Heta ku çûm Sûka Qaçaxçiyan. Tenê ew der neguherîbû.” 
 
‘EZ Ê NEHÊLIM EW ALA BIKEVE’
 
Aslan, diyar kir ku soza wî ya ewil dayî “Ez ê bibim dengê gel” bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 40 sal in di nava têkoşîna şoreşgeriyê de me. Min, alaya têkoşîna şoreşger di sersibeha 12’ê îlona 1980’an saet di 04.00’an de bi tevlibûna berxwedana ewilî ya li dijî cuntayê li ba kir. Ji wê rojê heta niha ew ala her tim li ba ye. Dê heta dawiya emrê xwe jî her tim li ba bikim.” 
 
‘JI BO BIDAWÎBÛNA RÊVEBERIYA FAŞÎST’
 
Bi domdarî Aslan bang li gelê suryan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji damezirandina komarê heta niha tekane partiyên ku girîngiyê didin gel û rengên cuda, partiyên ji kevneşopiya HEP’ê tên e. Partiya Çepên Kesk jî berdewamiya vê kevneşopiyê ye. Di vê çarçoveyê de jî gelek mirov weke nûnerên gelan şand parlamentoyê. Banga min a ji bo gelê me ew e ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo ku li Tirkiyeyê guherîn çêbibe û ji bo bidawîbûna rêveberiya faşîst, di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

10/05/2023
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne