Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin

img
ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Êlihê di mitînga 1’ê Gulanê de axivîn û gotin: “Kedkarên ku bi ruh û coşa 8’ê Adarê û Newrozê qadan tije kirin, wê di 14’ê Gulane de vê îktidarê bişînin.”
 
Li Êlihê karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê mitîng li dar xistin. Beriya mitîng dest pê bike bi hezaran kedkar li ber dibistanekî kom bûn û bi awayê korteje heta cihê mitîngê Parka 8’ê Adarê meş li dar xistin. Kedkaran di meşê de dirûşmeyên “Bijî bexwedana kedkaran”, “Bijî yek Gulan”, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Her sazî û sendîka bi pankartên xwe tev li korteje bûn. Pankartên ku nivîsên “Israra di sosyalîzmê de israrbûna mirovî ye” û “Li dijî şer, kedxwariyê, feqîriyê û bêewlehiyê em têkoşînê berfireh dikin, bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin. 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tiryakî, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kedkar beşdarî mitîngê bûn. 
 
Axaftina destpêkê ya mitîngê li ser navê Komîteya Amadekar, Serokê Petrol Îşê ya Şaxa Êlihê Veysel Kartal kir. Kartal got: “Yên ku di erdhejê de bûn sedemê mirina mirovan, bila baş bizanibin ku wê ev gel hesab ji wan bipirse. Para kî di vê hilweşandina ku kapîtalîzmê afirandiye de hebe wê li ber wîjdanê gel û hiqûqê hesab bidin. Hezar silav ji berxwedêrên li dijî zextan, binçavkirinan û zilmê re.” 
 
Mitîng bi stranên hunermend Agît Işik berdewam kir. 
 
'EM Ê VÊ ÎKTIDARA DIJMINÊ KED Û DÎROKÊ BIŞÎNIN’
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî û diyar kir ku kedkaran li dijî faşîzmê berxwedanek mezin nîşan didin û wiha got: “Em ê bi têkoşîn û berxwedana gelan û kedkaran vê îktidara faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em têkoşîna Edîp Solmaz ku wek mîrate ji me re hiştiye didomînin. Ev îktidar dijminê ked û xwezayê ye. Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal xistin bin avê û betonê. Em ê hesabê dîrok û siberoja xwe ji vê îktidara xwedî hişmendiya betonê di 14’ê Gulanê de bipirsin û bişînin.” 
 
GOVENDA AZADIYÊ 
 
Bayindir da zanîn ku jinan di qadên 8’ê Adarê, kurdan qadên Newrozê û kedkar qadên 1’ê Gulanê bi ruhê berxwedanê tije kirin û got: “Ev rûh û kelecan wê di 14’ê Gulanê de bigihîje serkeftinê. Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigirin. Erdogan îro 1’ê Gulanê di qesra xwe de pîroz dike. Bila were qadên gel bibîne. Em ne te, ne qesra te û ne jî pîrozbahiya te ya 1’ê Gulanê qebûl dikin. Heyama wan heyama ku berîkên alîgirên xwe tije kirin û gel feqîr kirinê ye. Ji bo ku ser vê yekê bigire şer dixe dewrê. Û paşê jî bihayê guleyan ji xelkê dipirse. Em ê li Êlihê wan bikin partiya tabelayê û her 5 namzetan jî bi ser bixînin. Hemû polîtîkayên wan têk çûn. Wê gelê me di 14’ê Gulanê de bersiva herî xweş bide we.” 
 
TÊKOŞÎNA KED ÛAZADIYÊ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkaran pîroz kir û wiha axivî: “Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê qadên 1’ê Gulanê tije bûne. Em ê bi keda kedkar û ciwanan îktidara AKP’ê bişînin. Kedkar kedek mezin didin lê keda wan ji nedîtî ve tê. Em bi kedxwariya karkeran re rûbirû ne. Êlih jî bajarê karker û kedkaran e. Wê karker û kedkar roja hilbijartinê vê îktidarê bişînin. Em ê destkeftiyên karker û kedkaran biparêzin. Ev têkoşîn têkoşîna sosyalizm, ked û azadiyê ye. Em ê bi têkoşîna xwe qesrê wan vala bikin û bi stran û govenda xwe serkeftinê pîroz bikin.
 
RAYEK JI KILIÇDAROGLÛ RE RAYEK JÎ JI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE 
 
Îktidara AKP-MHP’ê ji bo xwe li ser linga bigire, her cure şer û zordestiyê xistiye dewrê. Ew çi dikin bila bikin lê wê biçin. Ev bajar bi destê rejîma qeyûm tê birêvebirin. Edîp Solmaz li vî bajarî bi îradeya gel hatibû hilbijartin lê wî qetil kirin. Lê zîhniyeta qetlîmker bi rejîma qeyûman îktidara xwe didomîne. Ev gel wê bêhurmetiya li hemberî xwe ji bîra neke. Ji hilbijartinê re 13 roj man. Ji bo em rejîma Qesrê bişînin rayek ji Kiliçdaroglû re rayek jî ji Partiya Çepên Kesk re. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi hev re vê îktidarê bişînin.” 
 
Mitîng li ber stranên Kolektîfa Rîtmên Azad bi dawî bû
 

Sernavên din

05/05/2023
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike