ÎZMÎR – Seroka Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Rêxistina Îzmîrê Hazal Elçîn Yanar hat binçavkirin.
Li Îzmîrê serê sibê polîsan bi ser mala Seroka Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Rêxistina Îzmîrê Hazal Elçîn Yanar de girtin. Piştî lêgerîna malê polîsan Yanar binçav kir. Hinceta binçavkirina Yanar nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.