Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin

img
ÎZMÎR - Cîgirê Serokê Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîrê Fûta Mîkaîloglû diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo mêrdîniyan dîrokî ye û ew ê piştevaniya Partiya Çepên Kesk bikin û rayên wê du qat zêde bikin. 
 
Bi milyonan hilbijêr li benda hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê ne. Hejmara xelkê Mêrdînê ku di salên 1990’î de ji ber zextên dewletê koçî Îzmîrê kirine ji bo hemû partiyên siyasî girîngiyê nîşan dide. AKP’ê ber bi rêza dawî de namzet ji Mêrdînê nîşan da, CHP’ê kesek ji Mêrdînê qet nexistiye lîsteya xwe. Partiya Çepên Kesk jî li Îzmîrê Abdulmecît Yildirim, Aysel Onen Tûran, Mehmet Yildirim, Hediye Korkût û Îrfan Korkût ên ji Mêrdînê wek namzet nîşan da. 
 
Li gorî daneyên Walîtiya Îzmîrê; li bajêr nêzî 700 hezar mêrdînî hene. Lê ji ber ku bi hezaran kes li Îzmîrê hatine dinê, cihê ji dayikbûna wan Îzmîr hatiye nivîsandin û ne li ser nifûsa Mêrdînê ne. Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ên 2022’yan; 175 hezar û 318 kes ku li ser nifûsa Mêrdînê li Îzmîrê dijîn. 
 
Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîrê (ÎMAF) hilbijartinan ji nêz ve dişopîne û hemû partî serdana vê saziyê dikin. 34 komele girêdayî ÎMAF’ê ne. Cîgirê Serokê Giştî yê ÎMAF’ê Fûat Mîkaîloglû têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê axivî û destnîşan kir ku ew ê wek federasyonê piştevaniya Partiya Çepên Kesk bikin. 
 
14’Ê GULANÊ HILBIJARTINA SEDSALÊ YE 
 
Mîkaîloglû diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê her çiqas ji bo welat girîng û dîrokî be ji bo xelkê Mêrdînê jî ewqas girîng û dîrokî ye û got: “Ev hilbijartin ji bo kurdan û gelan hilbijartina sedsalê ye. Em dixwazin ku ev hilbijartin bibe hilbijartina bingeha ku gelê kurd azad bibe û hemû gel bi hev re bi xweşî bijîn. Em hêvî dikin ku wê ev hilbijartin bibe hilbijartina çareserkirina pirsgirêka kurd.” 
 
LI ÎZMÎRÊ 700 HEZAR MÊRDÎNÎ HENE 
 
Mîkaîloglû anî ziman ku nêzî 700 hezar mêrdînî li Îzmîrê hene û wiha got: “Ji sedî 20’ê aboriya Îzmîrê ji aliyê mêrdîniyan ve tê birêvebirin. Di warê ekonomîk de mêrdînê li Îzmîrê xwedî rolek girîng in. Hem di warê karker û hem jî di warê karsazan de alîkariyek wan cidî heye. Bi piraniya xelkê me yê Mêrdînê piştî valakirin û şewitandina gundan koçî Îzmîrê kirine. Heke dikaribin ji sedî 20’ê aboriyê pêk bînin, nexwê wê çaxê Îzmîr a me ye. Li her cihê em lê dijîn yê me ye. Lê em dixwazin wek hemwelatiyên wekhev cih bigirin. Lewma em hemwelatibûna wekhev dixwazin. Lewma em dibêjin azadî û em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin.”
 
AKP Û CHP CIH NEDANE MÊRDÎNIYAN 
 
Mîkaîloglû destnîşan kir ku xelkê Mêrdînê bi qasî aboriya wan a li Îzmîrê di nav partiyên siyasî de nayên temsîlkirin û CHP û AKP’ê cih nedane xelkê Mêrdînê û lê ji bo guhertina pergalê ew ê piştevaniya namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû bikin. 
 
'EM Ê PIŞTEVANIYA ÇEPÊN KESK BIKIN’ 
 
Mîkaîloglû destnîşan kir ku xelkê Mêrdînê yên li Îzmîrê wê xwedî li Partiya Çepên Kesk derkeve û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de piştevaniya partiyê bikin û wiha got: “Em ê rayên Partiya Çepên Kesk bikin du qatan. Xelkê Mêrdînê ku deng didin AKP’ê û CHP’ê jî wê dengên xwe bidin Abdulmecît Yildirim. Em ê wek xelkê Mêrdînê dengê xwe zêdetir bikin. Ez bi bawerim em ê bi ser bikevin.” 
 
‘EM ŞÎMAQEKÎ LI ŞERXWAZAN BIDIN’ 
 
Mîkaîloglû bang li hemû welatiyên ji Mêrdînê ku li Îzmîrê dijîn kir û wiha got: “Ez bang li mexdûrên şer dikim, heke ku em dixwazin bi azadî li ser axa xwe bijîn, fersenda sedsalê ketiye destê me, em vê fersendê baş bikar bînin û ji bo em pêvajoyê veguherînin pêvajoya aştiyê, divê her kes hewl bide. Ev pêvajo ji bo me gelek girîng e. Ev pêvajo tenê ne pêvajoya dayîna dengekî ye. Em xelkê Mêrdînê jî li ser navê aştiyê şîmaqekî li şerxwazan bixin.” 
 
MA / Semra Tûran - Tolga Guney
 

Sernavên din

13/10/2023
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome