Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’

  • rojane
  • 11:45 29 Nîsan 2023
  • |
img
HATAY - Li Hatayê dê milyonek û 62 hezar kes dengê xwe bidin. Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Hatayê Alî Bîlgîn têkildarî xebatên ewlehiya hilbijartinê wiha got: “Ji bo ku îradeya gel li ser sindoqan baş bê temsîlkirin, ji destê me çi were em ê bikin.” 
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Hatayê dê milyonek û 62 hezar kes dengê xwe bidin. Li Hatay û navçeyên Antakya û Defneyê dê hezar û 89 sindoq bên danîn. Ji ber ku dibistanên dê 245 sindoq lê bihatina danîn di erdhejê de xesar gihiştê, tê payîn ku dê ji van sindoqan 110 jê di bin konteyniran de bên danîn. Her wiha tê payîn ku li taxên çoltarê yên xwegihandina wan deveran zehmet e, ji bo dengdayînê sindoq di bin konan de bên danîn. Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener di 26’ê nîsanê de hate bajêr û ev îdia kir: “Me ji bo dayîna dengan qadên biewle ava kirine. Hataya me niha ji bo hilbijartinê amade ye. Bila hemû hemwelatî û partiyên siyasî piştrast bin ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hem li Hatayê û hem jî li bajarên din tevdîrên pêwîst hatine girtin.” 
 
Tevî daxuyaniyê jî fikarên xelkê bajar didomin. Di vê çarçoveyê de Baroya Hatayê ji bo ewlehiya hilbijartinê tevdîr girtin. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Hatayê Alî Bîlgîn, têkildarî ewlehiya hilbijartinê û fikarên heyî bi ajansa me re axivî. 
 
TÊKILDARÎ SINDOQ Û HILBIJARTINAN PERWERDE HATIN DAYÎN 
 
Bîlgîn, anî ziman ku ji roja biryara hilbijartinê hatiye dayîn heta niha wan li gel baroyên din ên li herêmên karesatê û bi piştgiriya baroyên din têkildarî parastina sindoqan û ewlehiya hilbijartinê dest bi xebatan kirine û wiha got: “Piştî perwerdeyên li Baroya Îzmîrê û TBB’ê, me jî perwerde da rêxistinên civaka sivîl. Me hempîşeyên xwe li qadên cuda belav kirin. Me ji wan re vegotin bê ka dê gilî û nerazîbûnên di dema hilbijartinê de çawa bixebitin û me li dibistanan peywirdar kirin. Em ê piştgiriyê bidin saziyên weke Oy ve Otesiyê. Di roja hilbijartinê de em ê li qadan bin. Ji bo vîna gel li ser sindoqan rast were temsîlkirin, tişta ku ji destê me tê em ê bikin. Baroya Hatayê ji roja desptêkê heta niha di vê çarçoveyê de dixbite. Heke hêj jî li welêt ji bo ewlehiya hilbijartinê fikar hebin, ev tê wê wateyê ku demokrasî hêj bi cih nebûye. Karê ewil ewlehiya sindoqan û piştre jî jiholêrakirina rîskên li ser ewlehiya sindoqan e. Em ji bo vê têdikoşin.”
 
'OHAL BÊ DIRÊJKIRIN JÎ DÊ GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’ 
 
Herî dawî jî Bîlgîn ev tişt anî ziman: “Dibe OHAL dîsa were dirêjkirin. Li vê derê gelên ku di bin OHAL’ê de dijîn hene. Em ê li gorî dirêjkirina OHAL’ê nirxandinê bikin bê ka bandoreke çawa dê li ser hilbijartinê bike. Lê dirêj jî bikin dirêj jî nekin dê gel xwedî li vîna xwe derkeve. Hema hema hemû endamên Baroya Hatayê vegeriyan bajar. Dê li hemû navçeyan parêzer di roja hilbijartinê de li qadê bin. Em li gorî tu partî û nêrînan tevnagerin. Ji ku derê banga alîkariyê were, em ê li wir bin. Bila gelê me bê dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve. Ji ber ku ev der ên me tevan e.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

02/05/2023
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir