ENQERE - 2 sal di ser komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê re derbas bû. DAIŞ'ê hem li Enqere û hem jî li Pirsûs, Dîlok û Amedê komkujî pêk anîbûn. Prz. Kazim Bayraktar ê li dosyayên dozên DAIŞ'ê dinere, diyar kir ku hemû komkujî li hucreya DAIŞ'ê ya Dîlokê hat organîzekirin û piştî karê hucreya DAIŞ'ê ya li dijî kurdan qediya hucre îmha kirin.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqere li dijî mîtînga aştî u demokrasiyê êrîşên xwekujiyê pêk hat. Di erîşên endamên DAIŞ'ê de 100 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Îdîaname ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hatibû qebûlkirin. Dozgerê Komarê yê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Makezagonê Ramazan Dînç îdîaname di tîrmeha 2016'an hat qebûlkirin. Îdîaname ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dozger bi îdîaya "Hewldana pergala Qanûna Esasî" û "Sûcê kuştina 102 kesan" 101 caran cezayê giran ê muebbetê xwest. Ji bo êrîşkaran bi îdîaya "di çarçoveya xebatên rêxistina terorê de hewl daye ku 391 kesan qetil bike" bi giştî di navbera 7 hezar û 631 sal û 11 hezar û 750 sal cezayê girtîghê xwest. Di dosyaya ku 36 bersûc hebûn de dozê bi girtina 15 kesan berdewam kir. Rûniştina yekem a dozê di 7'ê Mijdara 2016'an de hatibû ditin Di ser komkujiyê re 2 sal berdar bûn, lê hêj bûyera pişt perda komkujiyê roni nebûye. Her çend piştî komkujiyê doz û lêpirsîn hat vekirin jî, lê der barê dosyayên lêpirsînê de biryara nepenî heye û dosya ji malbat û parêzeran tê veşartin. Tevî hemû rexneyan dosya bi gelek kêmasî hat qebûlkirin. Di lêpirsînê de 4 bersûcên serbest dihatin darizandin û 3 bersûc jî bi hinceta xwe teqandine ji dosyayê hatin derxistin. Yên din jî wekî kesên firar di dosyayêde cih digirin.l
Runiştina yekemîn di 07-11'ê Mijdarê de hat dîtin. Bersûc Suphî Alpfidan û Yakup Yildirim piştî lêpirinê hatin girtin. Rûniştina duyemîn jî di navbera 6-10'ê Sibata 2017'an de hat ditin. Hevsera bersûc Halil Îbrahim Durgun Esin Altuntug jî piştî lêpirsîna parêzeran li dadgehê hat girtin. Rûniştina 3'emin jî di 2-3-4'ê Gulana 2017'an de hat dîtin. Di rûniştinê de hevsera Metin Akaltin Hatice Akaltin hat girtin. Bi vê yekê hêjmara bersûcên girtî derket 19'an. Rûniştina 4'emîn jî di meha îlonê de hat dîtin.
Der barê lêpirsîn û pêşketinên dozê de Parêzerê dozê Kazim Bayraktar, ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Bayraktar ku li dozên komkujiyên 5'ê Hezîranê ya Amedê, 20'e Tîrmeha Pirsûsê, 20'ê Tebaxa Dîlokê yên bi destê DAIŞ'ê pêk hatin jî lêkolîn dike. Bayraktar, diyar kir ku 4 komkujiyên li dijî kudan pêk hatin tev li hucreyên DAIŞ'ê yên li Dîlokê hatin bi rêxistinkirin. Bayraktar, anî ziman ku hikûmetê bi destê DAÎŞ’ê li dijî kurdên muxalif ên li Tirkiye ev êrîş pêk anîne û wiha got: "Endamên DAIŞ'ê yên li Dîlokê berê hatin binçavkirin û disa serbest hatin berdan. Di van binçavkirinan de lêpirsîna pêwist nehatiye kirin. Hucreyên rêxistinê ji dawisa sala 2014'an heta destpêka 2015'an hat kirin. Kesên di hucreyan de karê rêxistinkirinê dikirin hatin binçavkirin û dîsa hatin berdan."
AMEDEKARIYÊN LI PIRSÛSÊ NÊVÎ LEGAL BÛN
Bayraktar, anî ziman ku amadekariyên li Pirsûsê nêvî legal dihatin kirin û wiha got: "Aktorên li Pirsûsê piştre dê amadekariyên 10'ê Cotmehê bikin. Yek ji van aktoran Yakup Şahin e. Yê din jî Halil Îbrahim Durgun e. Piştî komkujiya li Pirsûsê xebatên xwe li Dilokê berdewam dikin. Kesên ku bi hêsanî dikarin bên girtin, ji aliyê polîsan ve baş tên nasîn. Ev kes amadekariyên 10'ê Cotmehê dikin. Halîl Îbrahim Durgun, Yunus Durmaz û Mehmet Kadir Cebael pêneşgên çalakiyan in. Piştî komkujiya 10'ê Cotmehê bi demek kurd Halil Îbrahim Durgun di operasyonekê de tê kuştin.
‘DIBÊJIN PEVÇÛN LÊ PEREYÊ BERÎKA WÎ PAQIJ E’
Dikaribûn nekuştina. Dibêjin pevçûn, lê pevçûn e ne pevçûn e ne diyar e. Hevjîna wî dibêje ‘pereyê di berîka wî de dan lê lekeyek xwînê jî li ser tune bû.’ Kesek ku xwe biteqîne pereye di berîka wî de çawa saxlem û bê lekeya xwîna dimîne.? Îhtîmala bi guleyê kuştibin mezin e. Der barê vê yekê de lêpirsînek nayê kirin.
‘ORGANÎZATOR KADİR CEBAEL GIRÎNG E’
Mehmet Kadir Cebael girîng e. Yê ku komkjiya dawetê jî organîze kiriye yek ji wan ew e. li gorî rapora otopsiyê ya Cebael yanî wisa xuya dike ku hatiye înfazkirin. Dikaribûn bêyî bikujin wî bi qefêlin. Hevjîna Cebael jî gotiye ku hevjînê wê hatiye kuştin. Kuştina Cebael gelek balkêş e. roja ku 3 polîs tên kuştin ev bûyer pêk tê. Polîs kesek bi navê Abdurrahman Nacar dişopînin û ew kes dikeve mala hucreyê. Bi çente diçe malê û bê çente ji malê derdikeve. Polîs wî digirin. Dipirsin ku çûye kîjan malê. Polîs ji jorê heta jêrê kontrol dikin di daîreyekê de rastî bombeya zindî tên. Ew jî bombeyê diteqîne û 3 polîs tên kuştin.
‘4 KOMKUJÎ JI ALIYÊ HEMAN MALA HUCREYÊ VÊ PÊK HATIN’
Di heman rojê de mala Mehmet Kadîr Cebael lê dimîne tê îxbarkirin. Yanî dewlet Cebael dizane û bi ser wî ve naçe. Hesabek din heye. Ew roj piştî wê teqînê ew hesab xera dibe û bi ser mala hucreyê de digirin û Mehmet Kadîr Cebael dikujin. Niha ev 4 komkujî (Amed 5’ê hezîranê, Pirsûs, 10’ê Cotmehê Enqere û Daweta li Dîlokê) ji aliyê vê hucreyê ve pêk tê. Pêşengên vê hucreyê hatin bêdengkirin û yên din jî hatin girtin.”
‘JI BO AMED Û PIRSÛSÊ AMADEKARÎ KIRIN E’
Bayraktar anî ziman ku li gel hemû biryarên dadgehê dixwazin xwe bigihînin heqîqetê û dewlet dixwaze bi windakirina demê re lîstikan bileyîze. Bayraktar got ku kujer piştî komkujiyên Amed û Pirsûsê serbest geriyan e û ji bo komkujiya Enqereyê amadekarî kirin e.
ÊRÎŞKAR DI KONTROLA POLÎSAN RE DERBAS BÛN
Bayraktar diyar kir ku kesên ku êrîşên bombeyî pêk anîn, li navçeya Şehîd Kamîlê ya Dîlokê amadekariyên xwe kirine, der barê hatina êrîşkaran a Enqereyê de ev tişt got: "Ji bo Enqereyê herî dawî 2 êrîşkarên bombeyî li mala hucreyî amade kirin. 2 maşîne êrîşkaran tîne. Yek eskortiyê dike, maşîneya piştî wan tê dê her du êrîşkaran bîne. Kesê eskortiyê dike Yakup Şahîn e. Kesê her du êrîşkaran tîne jî Halîl Îbrahîm Durgun e û di mala hucreyî de yê tê naskirin e. Êvarê saet di 21.00'an de dikevin rê, Halîl Îbrahîm Durgun telefonekî dide Yakup Şahîn ê eskortiyê dike, dibêje ku 'Em ê di tevahiya rê de bi vê telefonê biaxivin, piştre jî bişkînin û bavêjin. Tuyê nîv saetî di pêş de biçî, ez ê ji li piştî te bêm, dema di rê de kontrol hebe tuyê bêjî bisekine ez têm, ez ê jî bersivê bidim te, evîna min ez derbas bûm. Dema te ev peyam girt em ê reya xwe dewam bikin.
Dema tên nêzî Ceyhanê Yakup Şahîn dikeve kontrola rê. Polîs wî berdidin. Dikeve rê, piştre ji kesên piştî wî tên re peyamê dişîne, dibêje bisekine ez têm. Bersivê nagire. Li ser vê vedigere û heta noqteya kontrolê tê. Li heman cihî tê û dîsa dikeve kontrola heman polîsan. Di vegera duyemîn de polîsek şikê dibê û dibêje ku hûn qasek berê di vir re derbas bûbûn. Me di dema rûniştinê de ev ji Yakup Şahîn pirsî, lê di dema amadekariyê de ev ji wî nehatiye pirsîn. Di dema lêpirsînê de ev tişt derket holê. Di lêgerîna duyemîn de di maşîneyê de hişbir tê dîtin û wan serbest berdidin."
Bayraktar destnîşan kir ku wan ji bo sîm kart girteka tespîta ragihandinê xwestiye, lê dadgehê ev daxwaza wan qebûl nekiriye û wiha got: "Gelo ew maşîneya êrîşkaran di noqteya kontrolê re çawa derbas bû. Dibe ku hin kesên din bi wê telefonê geriyan."
HER ÇENDÎ ÎSTIXBARAT HEBÛ JÎ NOQTEYÊN KONTROLÊ RAKIRIN
Bayraktr anî ziman ku di lêkolînên mufetîşan de tişta balkêş hene û şeva komkujiyê êvarê saet di 24'an de li Enqereyê noqteyên kontrolê hatine rakirin û wiha pê de çû: "Îstixbarat heye. Li gorî MÎT û Emyeta Dersimê dê êrîşên bombeyî pêk bên. Di van agahiyên îstixbarî de navê van kesên ku bersûcên ku di komkujiyê de cih girtine jî heye. Ev nav di heman demê de ji hêla polîsên Dîlokê ve jî tên zanîn. Ev kes berê jî di lêpirsînê re hatine derbaskirin. Ruxmê van agahiyan jî tevdîr nayên girin, berdin polîsan nêzî cihê mîtîngê jî nakin." Bayraktar da zanîn ku di raporên mufetîşan de jî îhmalên cidî hene.
‘EM Ê NEHÊLIN LI SER BÛYERÊ BÊ GIRTIN’
Bayraktar diyar kir ku dema ew hemû tiştî didin gel hev "îhmalên li pey hev rêzkirî dertên holê" û aşkera kir ku tê xwestin bûyerê bi 15-20 kesan re sînor bikin. Bayraktar got ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin ku li ser bûyerê bêgirtin.
MA / Kenan Kirkaya – Bariş Boyraz