ÊLIH – Li warê netew, bawerî û çandan Heskîfê dîroka 12 hezar salan tê tunekirin. Ji şêniyên herêmê bigire heta tevahî cîhanê li dijî hilweşandin û projeyên li ser Heskîfê tên çêkirin bêdengiya xwe diparêz in. Ji aliyekî ve hilweşandin didome û li aliyê din jî di bin navê parastinê de projeyek ji çêkirina setekê pêk tê didome. Ji Çemê Dîcleyê heta şikeft û kelehê her dever kirine qada înşatê. Mirovên tên serdana Heskîfê pirsa “Gelo êdî em ê Heskîfê nebînin?” dikin.
Me berê xwe da şûnwarên dîrokî yên navçeya Heskîfê ya Êlihê û dîmen û wêneyên van şûnwarên dîrokî kişand. Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salan, serdem bi serdem malovaniya gelek netew, bawerî, çand û mezheban kiriye. Heskîfa ku ji şikeftan bigire heta tirbe, dêr, mizgeft, minare û kelehên dîrokî lê hene, li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Ava Çemê Dîcle ku di nav dîroka hezaran salan de diherike, xemla xwe dide xweşikiya dîrokê.
Bi hezaran berhemên dîrokî li Heskîfê tên dîtin. Gelek kolandinên arkeolojîk li serê hatine kirin û dîroka wê dirêjî 12 hezar salan dikin. Li ser xetek ango pozîsyonek stratejîk hatiye avakirin û ji ber dîroka xwe turîzma wê xûrt e. Her sal ji turîstên biyanî bigire heta yên herêmî bi deh hezaran mirov diçin serdana şûnwarên Heskîfê. Heskîf ji dîrokê ve heya niha di warê bazirganî û turîzmê de cihek girîng e.
HER SERDEMÊ PROJEYEK PÊŞKÊŞ KIRIN
Keleha Heskîfê û şikeftên wê di 2012’an de bi hînceta “ewlehî û tedbîra hilweşandinê” li serdana mirovan hat qedexekirin. Li aliyê din jî bi salan e Heskîf di bin gef û gurên ava Bendava Ilisûyê de ye. Bi destpêka înşata bendavê re saziyên dewletê lez dan xebatên tunekirina dîroka Heskîfê. Tunekirina Heskîfê ewil bi malên TOKÎ dest pê kir. Ji bo Heskîfiyan û berhemên dîrokî veguhezînin Heskîfa nû ya li qontarên Çiyayê Raman hatiye avakirin, her serdem projeyên nû pêşkêşî şêniyên navçeyê hatin kirin. Yek ji mîrateyên dîrokî Tirbeya Zeynel Abidîn veguhezandin nav malên TOKÎ'yê. Di her serdemê de projeyên ji bo Heskîfê guherîn.
Her wezîr û rayedarên hikumetê li gorî xwe ji bo Heskîfê soz dan, lê heta niha yek jî pêk nehat û di bin sozdayîna wan de ji holê rakirina dîroka Heskîfê û koçberkirina mirovan derket.
EKOLOJÎST, REWŞENBÎR Û SIYASETMEDAR ÇIMA BÊDENG IN?
Bi destpêka gef û gurên li ser Heskîfê, heta niha dîroknas, ekolojîst, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, rêxistinên hawîrdorê, saziyên civakî, partiyên siyasî û gelek beşên civakê têkoşiyan û çalakiyên cûr bi cûr li dar xistin. Têkoşîna van hemû pêkhateyan hêj didome û li dijî tunekirina Heskîfê derdikevin û naxwazin ku Heskîf di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne. Lê niha li Heskîfê ji bo parastina dîrokê û xwezayê ji ekolojîstan bigire heta siyasetmedaran bêdeng in. Lê li gel vê bêdengiyê jî Heskîf li dijî hilweşandinê û di bin avê de bimîne li ber xwe dide.
HILWEŞANDIN DIDOME
Qonaxa ku Heskîf gihîştiyê hêjayî bibîr xistinê ye û girîng e. Di meha tebaxa 2017’an de saziyên dewletê di bin navê restorekirina keleh û şikeftên Heskîfê de îhale da şîrketan. Şîrketan bi teqandina dînamîtan û makîneyên kar dest bi hilweşandina keleh û cihên dîrokî kiribû. Hilweşandina dîrokê di nav raya giştî rastî bertekên tund hatibû û gelek çalakî hatin lidarxistin. Di bin navê tamîrkirinê de niha jî dixwazin cihê keleh û şikeft lê ne ji serdanvanan bi çêkirina seta li ber kelehê û Çemê Dîcleyê veşêrin.
SET DÎROK Û ÇEM TUNE DIKE
Li ser Çemê Dîcleyê ku dikeve bin siya keleha dîrokî bênavber ji aliyê makîneyên kar ve setek bilind tê avakirin. Makîneyên kar diçin ji qontarên Çiyayê Ramanê kevir û xweliyê tînin li ser vê setê vala dikin û bi bilindahiya kelehê digihînin. Seta tê çêkirin hem dîmenek qirêj derdixe holê û di heman demê de dibe sedemê xerakirina herîkîna ava Çemê Dîcleyê. Ji ber vê xebata înşatê toz belavî ser navçeyê dibe.
ÇÊKIRINA SETÊ MIROVAN ŞAŞ DIHÊLE
Armanca çêkirina vê setê jî ew e ku keleha dîrokî di bin avê de nemîne û wek giravekî di nav ava Bendava Ilisû de bimîne. Çêkirina vê setê mirovan şaş dihêle û mirov tu wateyê nadin projeya dixwazin çêbikin. Mirovên tên ku li xweşikiya dîrokê temaşe bikin, lê dikin û nakin berê wan diçe ser çêkirina vê projeyê.
‘GELO ÊDÎ EM HESKÎFÊ NABÎNIN?
Herîkina bi hezaran mirovan pirsa “Gelo êdî em Heskîfê nabînin? Cara dawî be jî em biçin bibînin” tîne bîra mirov. Kesên diçin serdana Heskîfê, ji ber hilweşandin û çêkirina vê setê awirên wan ên xemgînî xwe didin der. Dema me xwest em nêrînên mirovan ên der barê talankirina Heskîfê de bigirin jî lê mirov diyar dikin ku tiştekî ew bînin ziman tune ye û her tişt li ber çavan e û cîhanê û UNESCO jî bêdengiya xwe diparêz e.
AVÊ QÛT DIKIN Û ÇEM BÊHNA NEXWEŞ BELAV DIBE
Li aliyê din jî ji bo projeya vê setê bi hêsanî bê çêkirin ava Çemê Êlihê ku ji Bendava Êlihê ya li herêma Malabadê diherike jî ji ber ku deriyên bendavê girtine, av kêm bûye. Kêmbûna avê xwe li Heskîfê baş dide xuyakirin û ji ber av ziwa bûye bêhnek nexweş li derdorê belav dibe.
DI 28’Ê NÎSANÊ DE JI BO HESKÎF Û SÛRÊ LI 20 WELATAN ÇALAKÎ
Rêxistinên derdorê ji bo Sûr û Heskîfê rizgar bikin dê li gelek bajarên cîhanê, bi minasebeta 28'ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî ya Sûr û Heskifê de çalakiyan pêk bînin. Rêxistinên derdorê diyar kirin ku dê li dijî wêrankirina Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext pêk bînin. Ji bo parastina Heskîf û Sûrê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Înîsiyatifa Rizgarkirina Heskifê di 28'ê Nisanê de bi minasebeta "28'ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê" dê li 20 welatan hemwext çalakiyan pêk bên daxuyanî dabû û banga çalakiyan kiribû.
Ji şûnwarên dîrokî, projeya seta tê çêkirin û kêmbûna ava Çemê Dîcleyê hin dîmenan me kişandin hêjayî temaşekirinê ne.
MA / Bîlal Guldem - Metîn Yoksu