WAN –Nivîskar Yakûp Aslan der barê nîqaşa “Ciwan ber bi Deîzmê ve diçin” de got. “Berê di civatê de herî zêde mirovên pêbawer misilman bûn. Çimkî nedidizîn, îxanet nedikirin. Îmana wan, tirsa wan a ji bo Xwedê hebû. Lê belê piştî ku ev derdorên îslamî bûn îktîdar, ev nirx hemû ji holê rabûn û mirov êdî dest bi lêpirsînkirina olê kirin.”
Di danezana encamê ya “Civîna Ciwantî û Baweriyê” ku ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Konyayê hat lidarxistin de, baweriya “deîzmê” ku tê wateya divê mirov bi riya aqil hebûna Xwedê têbigihêje, derket pêş. Piştî vê yekê nîqaşên di vî warî de dest pê kirin û her diçe ev nîqaş zêde dibin. Her wiha Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan jî di civîna Koma AKP’ê ya vê hefteyê de got “Tiştekî wisa ne pêkan e…” û xwest Wezîrê Perwerdehiya Netewî Îsmet Yilmaz vê rewşê rave bike. Serokê Şaxa Mazlûm-Der a Wanê yê berê û Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Sulh û Edaletê nivîskar û wergêr Yakûp Aslan jî ev yek nirxand.
'KESÊN LI SER NAVÊ OLÊ TEVGERIYAN BÛN DESPOT’
Aslan, destnîşan kir ku herî zêde deizm li zanîngeh û dibistanên Îranê xwe dide der û got: “Mirovên li Îranê digotin ‘dê ol me azad bike, wê me ji çewisandinan xelas bike, li kuderê ol serdest be wê malê me, canê me û namûsa me di ewlehiyê de be.’ Lê belê îktîdarên ku îdia dikin ew li ser navê olê derketine holê, dema bûn serdestê qadê bereksê vê yekê kirin. Hin komên li derdora xwe parastin. Bi her awayî ev yek kirin xwedî îmtiyaz û dest bi çewisandina civakê kirin. Civak çewisandin, azadiyên wan sînordar kirin û heta li ser navê olê mafên wan bin pê kirin û veguherîn rêveberiyeke despot. Dema rewş wisa be, nemaze jî wexta derdorên xwende nîqaşa olê kirin, dîtin ku piştî pêxemberê me di olê de bi awayekî cidî averêbûn rû daye û seltenatên serdest li gor xwe şikil dane olê.”
Aslan,got kesên li ser navê olê dibin îktîdar, olê ji aqil dûr dixin û bi temamî vediguherînin çanda bîadê.
‘LI GOR XWE OLÊ DIXIN ŞIKLAN’
Aslan, bi lêv kir ku mijara sereke ya deîzmê ya li Tirkiyeyê di rojevê de ye jî aqil û mantiq e. Aslan, got, kesên xwende ji serdemên seltenatan ve asta olê lêkolîn dikin û dibînin.
Aslan, diyar kir ku ji ber dewlet olê bi xwe ve girêdidin dibin serdestê civakê. Aslan got: “Ne çîna olê heye ne jî otorîteriyeke wê. Pêxemberê me tu carî ew veneguherandiye çînekê. Ol azad bûye. Ol sivîl bûye. Lê belê ji dema ku ol din av destê seltenatê de veguheriye heta niha, seltenat li gor xwe şikil dane olê. Vê yekê jî nemaze bi rîwayetan kirin.”
Aslan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 15 salin AKP îktîdar e, lê belê tim û tim di navbera gotinên wê yê berê û niha de nakokî hene. Aslan, gotinên Erdogan ên li Wanê bi bîr xist ku gotibû dema ew bûne îktîdar wan dawî li Rewşa Awarte aniye. Aslan got, lê belê ji ber ku îktîdara wê di talûkeyê de ye gotinên ku berê gotibûn, niha bereksê wan tev digere. Aslan domand: “Ev ducarî bi xwe re tengasiyan tîne. Yanî baweriya bi misl-ilmaniyê, bi îslamê lawaz dibe. Nihat ê gotin ku ciwan ber bi deîzmê ve diçin. Sedema vî tiştî ev e. Meseleya sereke ew e ku, bertekên li dijî kesên li ser navê olê hatin, lê li dijî azadiyan derdikevin bi xwe ye.”
Aslan, diyar kir ku piştî demekê şûnde li Tirkiyeyê terîqat û cemaet ber bi cihên cuda ve tên qenalîzekirin û cemaetên ku îktîdar wan kontrol dike, li deverên cuda wan ji bo xwe bi kar tîne. Aslan, destnîşan kir ku cemaet û terîqatên li Tirkiyeyê deîzmê teşwîq dikin. Aslan, anî ziman ku heta demekê li welat her kesî digot tekane siyaseta ku pirsgirêkên li welat çareser bike siyaseta îslamî ye û heta dawî li Pêvajoya Çareseriyê hat jî gelê herêmê baweriya xwe bi vê yekê dianî. Aslan, diyar kir ku lê belê îktîdara ku got “ji bo kelijandina biratiyê me gewdeya xwe xist bin kevir”, dû re pêvajo xera kir û bi nîjadperestan re ket nava tevkariyê.
Aslan got: “Di civakê de mirovan tim digot ‘Misilmanek nikare bi nîjadperestan re tevakariyê bike.’ Lê belê mirovên xwende û bawermend niha jî dibêjin ‘Nexwe ya di olê de seqetiyek heye an jî di misilmanan de.’ Îjar li vir mirov dest bi lêpirsîna olê dikin û di olê de veqetîn rû dide. Mirovên ku li ser navê olê derketin holê, ji ber berkesê hemû fermanên olê tev digerin, li hemberî olê bertek û dûrketin xwe didin der û li riyeke nû digerin. Ev rê jî deizm e.”
‘KESÊN LI SER NAVÊ OLÊ SIYASETÊ DIKIN EGER BIBÊJIN ‘ME EVQAS MIROV KUŞTIN…’
Aslan, bal kişand ser gotinên “Kesê mirovekî bikuje hemû mirovatiyê dikuje” ku di Qur’anê de cih digirin û diyar kir ku lê belê îro kesên li ser navê olê derketine meydanê dibêjin ‘Me evqas mirov kuştin, ‘Em ê hîn zêdetir bikujin.’” Aslan, destnîşan kir ku dema kesên li hemberî olê şik û gumanên wan hebin, van tiştan dibînin nêzî olê nabin.
MA / Mahmut Ruvanas - Mujdat Can