Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin

  • rojane
  • 16:41 27 Nîsan 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domandin. Di xebatên hilbijartinê de peyamên têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê hate dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. 
 
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Îdirê bênavber didomîne. Hedefa partiyê ew e ku her 2 parlamenterên bajar jî bi dest bixe û bişîne meclisê. Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Îdirê, Meclisa Ciwanan û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), îro di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Karaagaçê belavok belav kirin û pisûlayên hilbijartinê li stûnan xistin. Di dema xebatan de ciwanên taxê yên ku dê cara ewil e dengê xwe bidin jî diyar kirin ku dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Li hêla din, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar Aysel Aras û Yilmaz Hûn çûn serdana Îdareya Taybet a Îdirê û Mala Keyayan. Namzet, ji hêla Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Îdirê Ferhat Akkûş û Hevserokê Giştî yê Meclisa Navendê Yaşar Saritaş ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser hilbijartinê axaftin hatin kirin.
 
Îro dê danê êvarê de jî li Taxa Cumhuriyetê şahî were lidarxistin. 
 
MÊRSÎN
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de taştê dan aliman. Namzetên parlamenteriyê Alî Bozan, Mûstafa Turk, Haci Bayram Kizartici, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş, Berdevkê Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê yê Çukurovayê Mahmût Taniş jî di bernameyê de amade bûn. 
 
Di bernameyê de namzetê parlamenteriyê Alî Bozan anî ziman ku wateyeke dîrokî ya hilbijartinên 14’ê Gulanê heye û wiha got: “Piştevaniya aliman a di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Enerjiya me zêde ye. Piştgiriya gel, motîvasyona me zêdetir dike. Em ê bi hev re vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji ber piştgirî û pêşniyaran spasiya we dikim.” 
 
Ji namzetan Haci Bayram Kizartici jî got ku dê piştgiriya aliman bandoreke mezin li pêvajoya hilbijartinê bike û banga piştevaniyê kir. Ji namzetan Mûstafa Turk jî bal kişand ser yekitiya di dema pêvajoya hilbijartinê.
 
EDENE
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li her çar aliyên Edeneyê xebatên xwe bênavber didomînin. Namzetan bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin”, bi Nûnertiya DÎSK’ê ya Çukurovayê û kedkarên Mezbaxaneya Edeneyê re hate ba hev. Ji namzetan Tulay Hatîmogûllari, Ferhat Kabaîş, Rojbîn Çelîk û Mehmet Karakiş tev li hevdîtinan bûn. Di serdanan de hate gotin ku wateyeke dîrokî ya hilbijartinên 14’ê Gulanê ye û ji bo Partiya Çepên Kesk deng xwestin. 
 
ANTALYA
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Antalyayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Komeleya Colemêrgiyan a Antalyayê. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê Sarûhan Oluç, Canan Çalagan, Muhsîn Taşar û gelek endamên partiyê di serdanê de cih girtin. 
 
Serokê Komeleya Colemêrgiyan Salîh Selek di serdanê de diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û banga piştevaniyê li her kesî kir. 
 
Ji namzetan Sarûhan Oluç jî di serdanê de ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê li vî welatî wêraniyeke mezin kirin. Hem ji hêla aboriyê ve hem jî ji hêla siyasetê ve welêt veguherand kavilekî. Em ji bo guherînê têdikoşin. Di vê mijarê de em ji gelê xwe bibawer in. Divê em li Antalyayê hejmareke zêde ya dengan bistînin û dê teqez 2 parlamenteran bişînin meclisê. Baweriya me ya bi gelê Colemêrgê jî bêdawî ye.”
 
Piştî axaftinan jî xwarinên herêma Colemêrgê pêşkeşî mêvanan hatin kirin. 
 
SEMSÛR
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritliyê li navçeyên Aldûş, Kolik û Besniyê serdana gel kirin û piştre jî li taxa Bahçelîevler a navenda Semsûrê buroya hilbijartinê vekirin. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Bulent Cinar û Meryem Cerîtlî tevlî vekirina buroya bûn ü namzeta parlamenteriyê Yuksel Yucedag jî ji ber xebatên xwe yên hilbijatinê negihişt vekirina buroyê. Di vekirina buroyê de, di destpêke de Meryem Ceritlî axivî. Ceritliyê xerhatina gel kir. Piştre jî Bulent Çinar axivî û anî ziman ku ew li Semsûrê bi hêz in û dikarin bibin partiya yekem. Her wiha Çinar bertek nîşanî êrişên li dijî rojnameger, parêzer, hunermed û siyasetmedaran da û got: "Ew mudaxaleya li dijî hilbijartinan e. Em daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Em bang li gelê xwe jî dikin ku heta hilbijartinan ji dil û can ji bo Partiya Çepên Kesk bibe partiya yekem, bixebitin."
 
Pişt rê jî Îzzet Karadag axivî û anî ziman ku daxwaza wan ew e ku li Semsûrê bibin Partiya yekem û wiha got: "Di erdhejê de me dewletê nedît. Gel çend rojan di bin kavilan de ma, lê alîkariya wan nehat kirin. Lê kî mafê xwe û azadiyê dixwaze dewlet bi cop, polîs û lêşkerên xwe li wir e." 
 
Herî dawî jî Alî Kenanoglû axivî û bal kişand ser binçavkirina rojnameger Kadîr Bayram ku li Semsûrê di konebajar de hatibû binçavkirin û ev tişt gotin: "Di dema binçavkirinan de jî ji hevalên me re dipirsin 'we çima di erdhejê de konebajar ava kirin.' Lê mexdûrên erdhejê dizanin ku gelê kurd û HDP alîkariya wan kir. Namzetên parlamenteriyê yên AKP nikarin bi rihetî di nava gel de bigerin. Gel bertek nîşan dide û dibêje 'hûn heta niha li ku bûn.' Lê gel bi coş me pêşwazî dike."
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya taxê hat vekirin.
 
ÎDIR
 
Şahiyên ku di çarçoveya hilbijartinê de tên lidarxistin bi coşeke mezin û tevlibûnekî xurt berdewam dikin. Partiya Çepên Kesk li Taxa Cûmhûriyet a Îdirê bi tevlibûna namzetên partlementeriyê Aysel Aras û Yilmaz Hûn şahiyek li dar xist. Ciwan, jin û şêniyên tax eleqeye mezin nîşanê Partiya Çepên Kesk dan. Namzetan bi welatiyan re govend gerandin û daxwaza serkeftinê kirin.
 
Namzetan piştî govendê gel silav kirin û çend tişt anîn ziman. Ewil namzeta rêza duyemîn a Îdirê Aysel Aras mîkrofon girt û xêr hatina gel kir. Di berdewamiya axaftina xwe de Arasê destnîşan kir ku ew bi Partiya Çepên Kesk meşa xwe berdewam dikin û ev tişt anî ziman: “Ev coşa we em gelek kelecan kirin. Em ê bi hev re vê tekoşînê serbixin. Em ê 14’ê gulanê de xwedî li sindoqan derbikevin û bi hev re serbikevin.
 
‘DESTKEFTIYÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE NE’
 
Dû re namzetê rêza yekemîn Yilmaz Hûn axivî û diyar kir ku desthilata AKP’ê hemû destkeftinên kurdan kiriye hedefa xwe de û êriş dike. Hûn bi lêv kir ku qeyûm tayînî şaredariya Îdirê û ya Xelfeliyê  ku wan bi tevî hemû zoriyan jî bi dest xistiye kirine. Hûn bi domdarî wiha got: “Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş û Hevşaredarê Xelfeliyê Hasan Sefa niha di zîndanê de ne. Em ji vir silavên xwe ji rêhevalên xwe re dişînin û soz didin ku em ê 14’ê gulanê desthilatê li ser sidoqan têk bibin. Di 2019’an de hemû partiyên siyasî bibûn yek li hemberî me ku em sernekevin. Bila niha jî bibin yek. AKP, MHP, BBP û yeke din jî heye ew jî partiya hizbûllah ku bi torosên sipî û kûştinên kiryarnediyar tên naskirin HUDA-PAR. Weke hûn jî dibînin hemû (redçî) hatine ba hev ku kurd sernekevin. Di destê wan de derfetên hemû dewletê THY, TRT, balafir, teyare, di herêman de Walî, Qeymeqam, Miduriyetên Ewlehiyê û Cendirme hene. Hemû saziyên dewletê weke buroyên AKP’ê dixebitin. Di destê me de jî tenê doza me ya mafdar û gelê me yê ku hertim bi me re ye heye.”
 
Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

10/10/2023
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin