* Çopên ji neh cihokan û avên bermayî yên 8 şaredariyan tev li Gola Wanê dibin û bi vî awayî gol tê tunekirin. Ekolojîst Fatîh Şahîn, bi lêv kir ku şaredarî ji bo ser qiêrjiyê bigire, golê bi molozan dadigere. Şahîn got, divê tesîsa dawerivandinê ya biyolojik bê avakirin.
* Nivîskar Yakûp aslan der barê nîqaşa “Ciwan ber bi Deîzmê ve diçin” de got. “Berê di civatê de herî zêde mirovên pêbawer misilman bûn. Çimkî nedidizîn, îxanet nedikirin. Îmana wan, tirsa wan a ji bo Xwedê hebû. Lê belê piştî ku ev derdorên îslamî bûn îktîdar, ev nirx hemû ji holê rabûn û mirov êdî dest bi lêpirsînkirina olê kirin.”
* Karkerên taşeronî yên ji Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’î hatin avêtin ku bi daxwaza “Em karê xwe dixwazin” li ber şaredariyê çalakiya dest bi çalakiyê kiribûn, çalakiya wan didome. Karkeran got: “Em li vira ne û heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin.”
* Mukades Alataş, di salvegera koça xwişka xwe rojnamevan-nivîskar Evrîm Alataşê de axivî û destnîşan kir ku xwişka wê di Rojnameya Ozgur Gundemê de kemiliye. Alataş got: “Ji dêvla Ozgur Gundemê rojnameyeke din bûna, wê nebûna Evrîm. Evrîm li wir bû Evrîm.”
* Hin saziyên çapemeniyê beriya hilbijartina rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) dest bi kampanyaya reşkirinê kiribû. Bijîşkan bertek nîşanî vê yekê da û gotin: “Çapemeniya îktîdarê ketiye nav fikarin ku dê hilbijartin ji dest biçe.”
* Hat derpêşkirin ku Nûnertiya Bem Bîr Sen a Amedê ya girêdayî Memûr Senê, gef li endamên Tum Bel Senê yên di Şaredariya Mezin a Amed de ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin dixebitin de xwarine û gotine eger ji sendîkayê îstifa nekin wê di lîsteya îxrackirinê ya nû de navê wan jî hebe.
* Li warê netew, bawerî û çandan Heskîfê dîroka 12 hezar salan tê tunekirin. Ji şêniyên herêmê bigire heta tevahî cîhanê li dijî hilweşandin û projeyên li ser Heskîfê tên çêkirin bêdengiya xwe diparêz in. Ji aliyekî ve hilweşandin didome û li aliyê din jî di bin navê parastinê de projeyek ji çêkirina setekê pêk tê didome. Ji Çemê Dîcleyê heta şikeft û kelehê her dever kirine qada înşatê. Mirovên tên serdana Heskîfê pirsa “Gelo êdî em ê Heskîfê nebînin?” dikin.
* Girava Adir a li Gola Wanê wek “bihûşta çûkan” tê pênasekirin. Bi hatina biharê re girav dixemile û dibe girava rengên xwezayî. Ev girav ji deh hezaran qaqlîbazan re malovaniyê dike. Ji ber çûna giravê pirsgirêk e, ji aliyê kêm kesan ve tê ziyaretkirin.
* Hin xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, di çarçoveya projeya berpirsiyariyên civakî de, hewl didin zarok, pîr û kalên li nexweşxanan û malên xizmetê dimînin, bînin gel hev û wan kêfxweş bikin.
* Fatma Şenel a ji dayîka xwe hînî terzîtiyê bû, piştî li Wanê bi cih bû, li dijî modeya yektîpî dest bi dirûtina cilên herêmkî kir. Şenel bêyî ku pişta xwe bide kesekê, bi çêkirina berên xwe kêfxweş dibe û hewl dide keda xwe xuyangtir bike.
* Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku perwerdekirina ji bo bikaranîna çekan a ji bo keyayan “fikaran zêde dike” û wiha hişyar kir: “Heke ku ev rewş neyê sekinandin, şerek navxweyî li benda me hemûyan e.”
* Rojnameger Fatîh Polat, bertek nîşanî girtina xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê da û got: “Zextên li ser çapemeniyê dê zêdetir bibin. Ji ber vê li dijî êrîşên topyekûn, pêwîstî bi têkoşînek topyekûn heye.”
* Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora 2 sal berê ku CPT nû aşkere kir nirxandin kirin. Ertan, anî ziman rapora CPT pirsên heyî nabersivîne û hikûmet jî li şûna tecrîd û bê hiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bike bêtir kûr dike.
* 3'emîn Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş, dê li kampusa Girtîgeha Sincanê berdewam bike. (10.00)
* Doza Nurcan Aslan a ji aliyê mêr ve hat kuştin dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (10.30)