ENQERE - 3'yemîn danişina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî nîvro jî berdewam kir. Demirtaş, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Armanca wan ne cezakirina me bû. Armanca wan ew bû ku vê lêgerîna çareseriyê bi dawî bike. Ji bo pêvajoya çareseriyê bi dawî bikin dek û dolab çêkirin.
3'emîn Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, piştî nîvro jî li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê anîn Girtîgeha Sincanê. Demîrtaş ji dosyaya ku tê darizandin 460 roj şûnde di 14'ê Sibatê de derxistibûn pêşberî dadgehê. Di danişîna dozê de Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli û Pervin Buldan jî di navde tenê 50 kesî karîbû dozê bişopînin. Destûr nedan ku rojnamegerên karta wan a Serokwezîriyê tune ye bişopînin. Li Salonê fezlekeyên der barê Demîrtaş de hatibûn amadekirin yek bi yek hat xwendin. Demîrtaş parastin kir û bal kişand ser lîstik, dek û dolabên li ser siyaseda demokratîk û pêvajoya çareseriyê. Demirtaş ewil bal kişand ser rêbazên şaş ên aliyê hiqûqî û şaşiyên dozgeran. Demîrtaş pirsa "Li vî welatî çima dozger û polîs li hemberî welatiyan dek û dolaban çê dikin?" pirsî
FEZLEKEYÊN HATIN AMADEKIRIN DEK Û DOLAB IN
Demîrtaş, anî ziman ku fezlekeyên hêjmar 1- 2, yên der barê wî de hatin amadekirin dek û dolap bûn û wiha got: "Dema em li naveroka fezlekeyan dinerin, piştî em geşedanên 15'ê Tîrmehê tê fêmkirin ku lîstekek çawa ye. Dema min li fezlekeyan nerî min dît ku hişyariyê min 5 sal, 6 sal û 8 sal berê Fethullah Gulen hişyar kiriye anîne pêşberî min. Polîs, dozger û dadger çima dek û dolaban çêdike? Derdê wan çiye? Di her serdemên ku hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd ket pêvajoya bê çek, şer û tundiyê ket meriyetê her dem li derve û hundir rastî mudaxalmeyan hatin. Rastî lîstik, dek û dolaban hatin. Hewldanên ku pêvajo xelas kirin pêş ketin. Çima? Ger ku li Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bibe û PKK dest ji çekan berde, dê li Tirkiye tundî bi dawî bibe. Êdî dê ne sivîl û ne jî endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest nadin. Dê li Tirkiye aştiya navxweşî pêş bikeve. Ev ne tenê li nava Tirkiye dê li derve jî bi gelê kurd de tifaqek stratejik ya muhîm pêş bikeve. Ev dê bandora xwe li ser hemû hevsengiyên kurewî pêş bixe. Ji ber vê yekê dibe ku polîs, dozger û dadgerê Cemaetê ne di ferqa vê yekê de bin. Dibe kes û hêzên wan araste dikin hebin. Di rûniştina din de min dirêj dirê behsa sedema avakirina KCD'ê û pêdiviya wê kir. Axaftin zerarê nade tu kesî. Ji bo li şûna çekan mirov bi axivin em ketin nava hewldanan. Lê dadger û dozgerê cemaetê erk û rayeya xwe bikar anî û dest bi kamkirina istîxbaratê kir. Ji bo hem hikûmetê têxin zorê û hem jî pêvajoya çareseriyê xelas bikin û rê li pêş siyaseta demokratîk bigirin, rê birîn.
XWESTIN LÊGERÎNÊ BI DAWÎ BIKIN
Ger ku siyaseta demokratîk azad nikaribe fikrên xwe parve bike û medya nikaribe azad rastiyan bişopîne û parve bike, wê demê mirov nikare çekang bêdeng bike. Cemaetê ev yek keşif kir. Hêza Cemaatê ne bi serê xwe ye û di 15'ê Tirmehê de derneket holê. Li vir armanca wan ne me ceza bikin. Armanca wan rê li pêş pêvajoya çareseriyê bigirin bû. Xwestin, artêş, daraz û hikûmetê bînin hemberî hev. Ji ber vê yekê fezleke 4 sal şûnde amade kirin. Armanca wan lêgerina çareseriye bi dawî bikin bû. Ji ber vê yekê li ser me dek û dolab pêş xistin. Lê dîsa bi ser neketin. Di sala 2009’an de jî dîsa dest bi girtinek gelek zêde kirin. Ji 2007’an heta niha li dijî siyaseta demokratîk her dem astengiyan derdixin."
Demîrtaş, anî ziman ku bi rê û rêbazên li dijî hiqûqê civînên wan guhdar kirin û agahiyên şaş li ser bar kirin û wekî ku civînên wan îlegal be nîşandan. Demîrtaş, da zanîn ku di civînan de hemû rêveber û endamên meclîsa partiyê, hevserok, hevşaredar û parlamenter bûn û hemû kesên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin, lê wekî kesên dijzagonî hatin nîşandan.
JI BO AXAFTINA KURDÎ PÊDIVÎ BI FERMANA RÊXISTINÊ TUNE YE
Demîrtaş anî ziman ku axaftina kurdî wekî fermana rêxistinê nîşan daye û ev pirs ji heyeta dadgehê pirsî. "Ji bo mirov bi kurdî bi axive ma hewce bi fermana rêxistinê heye?" Dibêjin ferman dane Turk ku bi kurdi bi axive. Ev tiştekî şerm e. Em li meclîsê çi kengî çawa bi axivin ger ku em nizanibin çima em hatine hilbijartin. Ahmet Turk emrê wî mezin e û bi salan e di nava siyasetê de ye. Ji bo li meclîsê bi kurdî bi axive ma hewce ye feramnê ji rêxistinê bistîne. Ev tişt pir şerm e. Me di civîna xwe de biryar girt ku em bi kurdî bi axivin. Ji ber ku em di 20'ê Nîsanê de kom bûn. 21'ê Nîsanê Roja Zimane Zikmakî ya cîhanê bû. Di civînê de her kesî fikra xwe got. Qeydên civînê hene. Dîsa der barê diyalogên li Qandîl û ÎMraliyê her tişt fermî hatiye kirin. Her tişt aşkere hatiye axaftin. Li pêş çapemeniyê pêş ketiye.
‘EM NE ÇALAKGERÊN KORSAN IN'
Demîrtaş, pirsa “Bi taybetî li ser bangê rêxistina PKK-KCK’ê yen li ser weşanên çapemeniyê çalakiyan pêk tînin? Bersivand û wiha got: "Ev ji kok ve derew e. Dixwazin bi ve yekê xebatên me yên siyasî terorîze bikin. Ez ne çalakgerê korsan im. Ez hevserokê giştî yê partiyekê me. MYK û PM' ya me heye. Em bi xwe kom dibin û biryar distinin. Em bi riya çapemeniyê banga wê dikin. Em banga mîtîngê kiriye. Niha banga çapemeniyê wekî sûc pênase dikin. Banga me dike wekî banga PKK'ê û KCK'ê. Em bi xwe kom dibin biryar didin û daxuyanî didin, mîtîngan li dar dixin.