STENBOL - Di doza Midûrê Karê Nivîsa Berpirsê Rojnameya Demokratîk Ulus Nuray Candan, Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili û Xwediyê Îmtiyazê yê berê Ziya Çîçekçî lê dihatin darizandin de, bi giştî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnamegeran hat birîn.
Di sala 2015’an de bi îdîaya nûçeyên çêdike “Propagandeya rêxistinê dike” doz li rojnameya Demokratîk Ulus hat vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro hat dîtin. Danişîna dozê ya di 13’emîn Dadgeha Cezayê Girtan a Stenbolê hat dîtin de, şandeya dadgehê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê dike” 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karê Nivîsa Berpirsê Rojnameya Demokratîk Ulus Nuray Candan, Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili û xwediyê Îmtiyazê yê berê Ziya Çîçekçî birî. Dadgehê bi hinceta çalakiyan bi rêya çapemenî û weşanê pêk tînin, cezayê rojnamegeran zêde kirin û ji her yekê re 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.
LI GORÎ BIRYARA XIRAB KIRINÊ TEVNEGERIYAN
Dadgeha Îstînafê berê jî biryara 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê xerab kiribû. Şandeya dadgehê di doza ji nû ve dît de, guh neda biryara xirab kirina Dadgeha Îstînafê û cardin heman ceza da rojnamegeran.