Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin

COLEMÊRG - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez xwest ku her kes biçe ser sindoqan û wiha got: “Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”
 
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê piştî diyarkirina namzetên partiyên siyasî xebatên hilbijartinê bêrawestan berdewam dikin. Yek ji bajarên ku coşa hilbijartinê lê herî zêde ye Colemêrg e. Eleqeya ji bo namzetên Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onûr Duşunmez gelek zêde ye. Her xebata hilbijartinê ya namzet dikin vediguhere mitîngê. Di sala 2018’an de li bajarê ku 168 hezar û 258 hilbijêr hene, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 70,2’yan 2 parlamenter AKP’ê jî ji sedî 23,8 parlamenterek derxist. Tê payîn ku ji bo hilbijartinên giştî û Serokkomariyê yên di 14’ê gulanê de bên kirin 185 hezar û 155 hilbijêr wê biçin ser sindoqan. Li Colemêrgê armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku her 3 parlamenteran jî derxînin û ji sedî 90 deng bistînin. 
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê hiqûqnas Onûr Duşunmez, di sala 1990’an de li navçeya Gever a Colemêrgê hate dinê. Duşunmez ê di xebatên ciwanan de cih girt, di sala 2012’an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê bi cih bû. Duşunmez piştî 4 salan dest bi parêzeriyê kir. Duşunmez ê piştî sala 2016’an de mezûn bû derbasî Stenbolê bû perwerdehiya xwe ya stajeriyê li wir temam kir û di sala 2017’an de vegeriya Geverê û li vir karê xwe berdewam kir. 
 
Duşunmez ku di sala 2019’an de di hilbijartinên Baroya Colemêrgê de weke endamê lijneya rêveberiya baroyê hat hilbijartin, bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) re xebatên cuda pêk anî. Duşunmez di sala 2021’ê de weke endamê damezrîner ê Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê cih girt. Di sala 2022’yan de bû hevserokê komeleyê.
 
‘HÊVÎ DI RÊYA 3’YEMÎN DE YE’ 
 
Duşunmez, diyar kir ku yekane hêviya Tirkiyeyê partiya ku jin û ciwan pêşengên wê ne û aştî lê tê qêrîn û anî ziman ku ev hêvî, hêviya Rêya 3’yemîn e. Duşunmez, bang kir ku hemû gel li dora Partiya Çepên Kesk de bibe xelek û wiha got: “Ev xwedî derketin wê hêzê bide me û em ê elbet serbikevin û bibin partiya desthilat a Tirkiyeyê.”
 
‘YEKANE ARMANC JI BO HERKESÊ QEZENCKIRIN E’ 
 
Duşunmez, anî ziman ku pêşwazîkirinên namzetan bi coş derbas dibin û wiha berdewam kir: “Me bi van pêşwazîkirinan gelek moral girt. Hemû vekirinên buroyan ên li Colemêrgê weke mitîngan derbas bûn. Gelê ku hin partî nikarin di mitîngan de kom bikin me tenê di vekirina buroyan de dît. Vê yekê hêz da xebatên me, em bi moralekî bilindtir dixebitin. Yekane armanca me ya li Colemêrgê serkeftine û ji bilî serkeftinê tu vebijêrkên me tune ne. Em jî dikarin bibin bersiva hesreta vî gelî ya ji bo aştiyê. Colemêrg vê carê dê ne tenê bike 3 û 0 wê rêjeya dengan jî bilind bike. Em di ferqê de ne ku wê rekorê jî bişikînin ji ber ku coş û morala vî gelî vê dide nîşandan.”
 
‘EM Ê DI DENGAN DE REKORÊ BIŞIKÎNIN’ 
 
Duşunmez, destnîşan kir ku serkeftina ku wê di hilbijartinan de were bidestxistin wê serkeftina hemû gelan be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qezenca esas ew e ku AKP dê êdî bi tu awayî nikaribe li van deran belav bibe. Li Colemêrgê çûyîna ser sindoqan dora ji sedî 80 ye. Ji bo ji sedî 20 ê bloka mayî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çep a Keskan, em bi zêde dixebitin. Em daxwaz dikin ku hemû gelê me di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”
 

Sernavên din

05/10/2023
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin