NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriye şer her ku diçe dîza geş dibe. Dîsa aktorên 100 sal berê daketin qada şer ya li Sûriye. Her çend gumana di navbera Rûsay û DYA de raste rast şer rûnede jî tê payîn ku fatûreya vî şerî li Sûriye, Tirkiye û Îranê bê birîn.
Hêza leşkerî ya Fererasyona Sûriyeya Bakur, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), piştî di 17'ê Cotmeha 2017'an de Reqqa ji destê DAIŞ'ê azad kir, Tirkiye dest bi êrîşî Efrînê kir û Rejîma Sûriye jî dest bi herêma Guta kir. Piştî azadiya Reqqa û êrîşa Tirkiye ya li dijî Efrînê şer ber bi aliyekî din ve pêş ket. Bi taybetî komên selefî yên li Idlibê şandin Efrînê şer ket pêvajoyek din. Tirkiye 7 salin li Idlibê komên Selefî li Idlibê perwerde dike û niha bi destê wan şer li herêmê dimeşîne. Niha li aliyekî eniya DYA Îngîlîstan û Firans, li milê din Rusya Îran û Esad, hewl didin axa Sûriye di nava xwe de parve bikin.
'XWESTIN TERBIYE BIKIN'
Piştî Reqqa hat azadkirin û hilbijartina komun û meclîsên Federasyona Sûriyeya Bakur, di pêşengiya Kurdan de li Rojhalata Navîn modelek nû ya jiyanê hat avêtin. Li dijî netew-dewletê bingeha pergala modela jiyana civaka wekhev û azad hat avêtin. Li dijî vê pergalê hêzên navneteweyî dest bi şerê li ser axa Sûriye kirin. Li aliyekî DYA û dewletên girêdayî wê û li aliyê din Rûsya û dewletên girêdayî wê xwestin axa Sûriye di nava xwe de parve bikin.
Piştî çapemeniya Îngîlîzan nûçeya bi ser navê “Valakirina DAIŞ'ê ya ji Reqqayê" belav kirin xwestin kurdan wekî hêza li Rojhilata Navîn kesên bêbawr bidin nişandan. Piştî ev plana wan pêk nehat, li Paytextê Kazakistanê Astana dîsa kom bûn. Îngîlîstanê di civînê de xwest hêzên beşdarî civina Astana dibin li kurda sor bikin û bi wan li kurdan bixin.
BI TIRKIYE LI KURDAN XISTIN
Rusya bi destê Tirkiye ya ku kurdan ji bo xwe wekî gef dibîne li kurdan xist. Hêzên Ewropa jî xwistin kurdan terbiye bikin. Rûsya jî xwest hêza Kurdan lawaz bike. Îranê jî hewl da ku xwe di deriyê Elbu Kemal re bigîne Deryaya Spî û Hîlala xwe ya şîî ava bike. Rûsya li aliyekî xwest kurdan li ser maseyê lawaz bike, Li aliyêdin xwest koma dawî ya selefî (Damascus) bi destê Tirkiye koçî Bakurê Sûriye bıke û li wir îmha bike."
KURD BI SER KETIN
Piştî vê yekê Rûsya seha hewayê ya Efrînê li Tirkiye vekir û destûr da ku Tirkiye bi balafirên şer û hemû cûreyên çekên giran êrîşî Efrînê bike. Li ser vê yekê Tirkiye bi hêzên komên selefî êrîşî Efrînê kir û piştî şerê 2 mehan kurdan li dijî tang, top û balafiran li ber xwe dan. Her çend gelek mirov li Efrînê di êrîşên tang, top û balafirên şer jiyana xwe ji dest dan jî dîsa têkoşîna modela Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk bi ser ket. Berxwedana Efrînê jî wekî berxwedana Kobanê di cîhanê de bû minak û li her derê deng veda.
EWIL ÇÛN CEM KURDAN
Piştî Rûsya Tirkiye û komên çeteyan li kurdan xist, DYA, NY û welaten Ewropa li hemberî vê yekê bedeng man. Li ser vê yekê Tirkiye xwest derbasî Rojhilatê Firatê bibe û derbasî herêmên Til Rifat, Minbic û Kobanê bibe. Rûsya parast ku mafê wê li Dêra Zor û Reqqa heye. Piştî planên Tirkiye û Rûsya planên li ser axa Sûriye yên di navbera hêzên navneteweyî de jî nûve hatin guhertin. Rûsya û DYA û hêzên bi wan ve grêdayî ji nûve daketin ser axwa Sûriye.
Piştî ku Rûsya planên xwe guhertin DYA ku bi peymana 100 sal berê ya Sykes-Picot bi Îngîlîstan û Fransa re peyman çê kiribû ji nûve daket qadê. Kurd li Qesra Elysee hatin pêşwazîkirin û heyeta Îngîlîstanê li herêma Qamişlo û Kobanê ziyaret kirin.
ÇEKÊN KÎMYEWÎ PLAN XERA KIRIN
Di pêvajoyek wisa de Li herêma Duma ya Gutaya Rojhilat, hat îdîakirin ku Rejîmê li dijî "Artêşa Îslamê" ya koma Selefî ku piştgiriya xwe ji DYA û Erebistana Siudî digire çekem kîmyewî bikar anî. DYA diyar kir ku yên êrîş kirine dê bedelê vê yekê bidin. Îsraîlê jî li rejîmê xist. Rusya jî xwest rejimê tawanbar nekin û got "Ger ku DYA li rejîmê xwe ew dê piştgiriyê bidin Rejîmê. Îran jî parast ku Îsraîlê li rejîmê xistiye û dê hesap ji vê yekê bipirsin. Aktorê Astana Tirkiye jî xwe da aliyekî cûda û xwe da milê hêzên Rojhilat.
NIHA HALANEN ŞER DIDIN
Di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de DYA û Rûsya daxwazên hev red kirin û sînyalên êrîşan dan. Di vê pêvajoya DYA'ê gavek wisa avêt de Fransa û Îngiliztanê piştgiriya xwe anîn ziman. Almanya jî bi awayekî veşari piştgiriya xwe anî ziman. Ev yek nayê zanîn ku dê rejîma Esad ber bi kijan alî ve bibe. Nayê payîn ku Rûsya û DYA raste rast bên rûberî hev, lê tê payîn ku alîgirên Rûsya û DYA li sehayê bên hemberî hev û şer bêtir zor bibe.
REWŞA AKPÊ ZOR E
Di pêvajoya wisa ku AKP heta niha li dijî welatên Ewpora halan didan xwe û pişta xwe dida Rusya, divê êdî cihekî ji xwe re diyar bike. Ger ku AKP Ewropa û DYA tercîh bike dê têkiliyên wê yên Rûsya qut bibin û ev yek dê hebûna wê ya li Efrîn, Idlib, Cerablus, Bab, Ezazê bi dawi bike. Dê bibe dijminê Rûsya. Dê dîsa Iranê bîne hemberî xwe û kaos pêş bikeve. Lê ger ku AKP Ewropa hilbijêre, vê carê dê têkeve bin ambargoya çek û sanayê.
KURD BÊTIR XURT BÛN
Li milê din kurdan bi dersên ku ji şere li herêmê derxist bêtir bûn xwedî hêz û xurt bûn. Di milê dîplomasî bêtir belav bûn û pêş ketin. Kurtler piştî ji vê kaosê xelas bibin dikarin dîsa hemû axa Efrîne ku ji destê wan derketiye paşve bistînin. Dîsa di Idlibê re dikarin xwe bigînin Çiyayê Kurmenç û Derya Spî .
MA / Erdogan Altan