ŞIRNEX – Li çiyayê Cûdî û Gebarê 7 roj in operasyon û pevçûn diqewime. Li ser şerê dijwar hin cerdevan kozikên xwe berdan û vegeriyan malê xwe.
Li Şirnexê ewil 58 herêm di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” de hatin qedexekirin. Pişt re li çiyayê Cûdî û Gebarê yên girêdayî Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir. Hefteyeke li Cûdî û Gebarê operasyon didome û dem bi deman pevçûnên dijwar jî diqewimin. Hat zanîn ku bi hezaran cerdevan û leşker beşdarî operasyonê kirin e û herêma operasyonê bi balafirên şer û helîkoptêran tê bombeberankirin.
Têketin û derketina herêma operasyonê bi temamî hatiye girtin û qedexekirin û hat zanîn ku gelek cerdevanên ji navçeya Qilebanê beşdarî operasyonê kirin e, ji ber pevçûnên dijwar dest ji kozikên xwe berdane. Cerdevanên ji herêma pevçûnê reviyan vegeriyan malê xwe û der barê hejmara wan de agahî nehat bidestxistin.