AMED – Li gundê Palûkê û Qeremûsê yên Sûrê qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber talûkeyê vedikin û tedbîr nayên girtin. Gundiyan diyar kir ku par zarokek fetisiye û bi germbûna hewayê re carek din metirsiyê wan dest pê kirin e.
Li gundê Palûkê û Qeremûsê yên bi ser navçeya Sûra Amedê de di çarçoveya Projeya Anatoliya Başûrêrojhilat (GAP) qenalên avê hatin çêkirin. Tedbîr li derdora qenalê nayên girtin û rê li ber mirinê vedike. Ev qenala avê berê jî gelek caran bû sedema mirinê û li gel hemû gilî û gazinên gundiyan jî tu tedbîr nehatin girtin. Gundiyan da xuyakirin ku Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) salek berê projeyê da şirketa Însel û şirket ji ber nêzî desthilatdariyê ye gelek rehet tevdigere.
BÛ SEDEMA MIRINA ZAROKEKÎ
Ji şêniyên gundê Palûkê Şêxdawid Çaliş diyar kir ku projeya di çarçoveya GAP’ê de hatiye vekirin ji bo gundiyan rê li ber talûkeyê vedike û 9 meh berê zarokê bi navê Hasan Coşkan ê 15 salî di ava qenalê de fetisiye. Çaliş anî ziman ku ji ber tedbîr nayên girtin û rehetiya DSÎ’yê mirov ji jiyana xwe dibin.
‘LI GEL MIROV JIYANA XWE JI DEST DIDIN JÎ TEDBÎR NAYÊN GIRTIN’
Çaliş destnîşan kir ku ji ber zarok jiyana xwe ji dest didin û bi xeniqandinê re hevrû dimînin der barê Şriketa Însel de li dozgeriyê giliyê sûc kirine, lê tu encam bi dest nexistine û li gel mirov jiyana xwe ji dest didin jî tedbîr nayên girtin.
Şêniyê gundê Qeremûsê Huseyîn Temîz jî da zanîn ku li gel wan gelek caran ji rayedaran re gazinên xwe anîne ziman û serî li rayedaran dane jî kes xemê naxwe û ji ber hewa germ dibe û dê zarok dîsa xwe di ava qenalê de bişon ew bi fikar in. Temîz xwest ku demil dest li derdora qenalê tedbîr bên girtin.
‘QENAL NEWALÊ ZIWA KIR’
Şêniyê Qeremûsê Mehmet Akkul jî got ku ew dixwazin qenalên hatine vekirin demil dest bên girtin û divê jiyana mirovan ji bo rayedaran ewqas ne erzan be. Akkul diyar kir ku bi vekirina qenalan re hemû newal û geliyên wan ziwa bûn û qenal zerarê didin xwezaya wan jî.
MA / Esra Solîn Dal