ÎZMÎR – Sînem Taş, a der barê jiyana penaberên li Portekîzê dijîn belgefîlma “Kameya min Mirov e" amade kir, bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyana penaberan. Taş, anî ziman ku êş û şahiyên penaberan pir nêzîkî hev in û got: “Min qet nizabû dê wisa tesîrê li min bike.”
Sînema Taş, piştî ji Beşa Têkiliyên Navnetewî yên Zanîngeha Ûlûdag a Bûrsayê mezûn bû, di sala 2014’an de ji bo lisansa bilind çû bajarê Lîzbon ê Portekîzê. Teza xwe ya lîsansa bilind li ser jiyana penaberên li Ewropayê amade kir û belgefîlma penaberan çêkir. Taş, jiyana penaberên ku ji ber şerê li welatê wan li herêma Setubal a Lîzbonê bi cih bûne kir belgefîlm. Belgefîlm 23 deqîqeyan e. Di vê belgefîlmê de jiyana penaberên ji Iraqê, Şengalê û Sûriyeyê koç kirine hatiye kişandin. Taş di 7 mehan de belgefîlma xwe temam kir û navê “Benim Kabem Însandir” (Kabeya Min Mirov e) li belgefîlma xwe kir.
Belgefîlm ewil di 16’ê Adarê de li Fakulteya Hunerên Ciwankariyê ya Lîzbonê hat pêşandan û cara duyem jî wê di 12’ê Nîsanê de li Mala Pirtûkan a Palto ya Îzmîrê bê pêşandan. Her wiha dê belgefîlma Taşê li gelek deverên din jî bê pêşandan û wê ji gelek mîhrîcanên fîlman re jî bê şandin.
Taş, anî ziman ku ji Tirkiyeyê gelek penaber bi botan hatine Portekîzê û nêzîkatiye hikûmeta Portekîzê ya ji bo penaberan erênî ye. Taş, bi lêv kir ku lê belê penaber pir li Portekîzê namînin berê xwe didin Almanyayê. Taş, diyar kir ku hikûmeta Portekîzê perayan dide penaberan û cihê mayînê ji wan re peyda dike û got: “Lê belê pereyê tê dayîn hindik e. Penaberên ku min wan dîtin, gelek jê çûn. Ji bo projeyê min pirsên şexsî ji wan dikirin. Pirsên mirovane. Lê ji ber penaber in, pirsgirêkên wan ên di vî warî de hene. Nikarin têkevin karekî. Hejmareke diyarkirî heye. Ji bo vê hejmarê wergirin gelek tiştan dikin. Ji ber vê pereyê tê dayîn têr nake. Mecbûr dimînin dîsa koç bikin.”
‘TÊ JIBÎRKIRIN KU MIROV IN’
Taş, destnîşan kir ku ew elewî ye û di çîrokên penaberan de ew xwe dibîne. Taş, bi lêv kir ku wê di her çîrokekê de heqîqet dîtiye û gelek xalên wan ên hevpar û penaberan hebûne. Taş, diyar kir ku ji bo hin kes tev bigerin der barê penaberan de gelek nûçe, belgefîlm, fîlm û muzîk hatine çêkirin, lê nelê dîsa jî tiştên hatine çêkirin têr nakin. Taş bal kişand ser hêla mirovî û diyar kir ku wekî ku penaberî bernavek be bi wan hatiye zeliqandin. Taş destnîşan kir ku, li welatên ku penaber diçinê, tê jibîrkirin ku penaber mirov in.
Taş, diyar kir ku dema wê navê belgefîlmê hilbijartiye, xwestiye balê bikişîne ser penaberan ku ew mirov in. Taş, diyar kir ku hay jê çêbûye ku ew li xaleke hevpar a felsefeya elewîtiyê dikarin bigihên hevdu. Taş got: “Em hemû bêriya hin cihan dikin. Em hemû ji hin deveran reviyan. Mesela dema mirov ji kesekî dipirse ka herî zêde bêriya çi kiriye, dibêje ‘dayik’. Yanî tu bêrîkirin û êşa mirovan a ji bo diya wan dibînî. Canê herkesî bi awayekî hevpar êşiyaye. Leqayî gelek zarokên jîr hatim. Zarokên malbateke ku salek e hatiye Portekîzê, bi portekîzî bi min re dipeyivîn. Dema di Yûnanîstanê re derbas bûne û demeke kurt li wir mane, hînî yûnanî bûne. Tu ji zarokan hem çîroka wan guhdar dikî, hem jî dibî şahide çîrokên wan. Zarokan got, li Stenbolê polîsan li diya wan daye. Dema di ser Behra Spî re derbas dibin bota wan xera dibe. Paş ve vedigerin. Ev mirov ji bo bijîn têdikoşin. Dem amin guhdariya çîrokên wan dikir, ji bo min zehmet bû. Qet min nizanibû dê evqasî tesîrê li min bike. Piştî hevpeyvînan teqez diviya li derve rûniştanama û min bêhna xwe bistendana. Cihê meyî hevpar mirovatiya me ye. Em dikarin bi vî awayî esas bigirin.”
DÊ BEGEFÎLMA WÊ YA DUYEMÎN DER BARÊ GIRTÎGEHAN DE BE
Taş diyar kir ku ew ê di belgefîlma xwe ya din de çîroka Alî Şîmşekê ku 22 salin girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1’ê ya Tekirdagê de ye vebêje.
MA / Ayşe Surme