MÛGLA – Parêzer Gunfer Karadenîz, bi hinceta ku der barê îdiayên înfazkirina 6 HPG’yiyên li Mûglayê hatin kuştin de daxuyanî da çapemeniyê, der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozger piştî lêpirsîn temam kir îdianame amade kir. Dozger, 10 sal ceza ji Karadenîz dixwaze.
Li bejahiya Koycegîz û Seydîkemer ên Mûgalyê di navbera 4-5-6’ê Cotmeha 2017’an de 6 gerîlayên HPG’ê hatibûn kuştin. Lê belê hatibû îdiakirin ku her 6 gerîla bi saxî hatine zevtkirin û paşê hatine înfazkirin. Ji ber ku Parzer Gunfer Karadenîz der barê îdiaya înfazê daxuyanî ji bo çapemeniyê dabûn, der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştî lêpirsîn temam bû niha jî îdianameya der barê wî de hat amadekirin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Mûglayê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de Gunfer bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê” tê tawanbarkirin û tê xwestin ku ji 5 salan heta 10 salan bê cezakirin.
KARADENÎZ: HÎN JÎ ME RAPORÊN OTOPSIYÊ NEDÎTINE
Di îdianameyê de dozgerî diyar dike ku wan beyanên Karadenîz bi raporên otopsiye derewandiye. Lê belê Karadenîz jî diyar dike ku wan heta niha ew raporên otopsiye yên di îdianameyê de tên diyarkirin nedîtine.
Karadenîz bi lêv kir ku îdianame hatiye amadekirin, lê belê hîn jî wan raporên otopsiyê nedîtine. Karadenîz anî ziman ku her wiha dema cenaze radestî malbatan hatin kirin, raporên muayeneya mirinê jî nedîtine. Karadenîz, diyar kir ku tê gotin wê raporên otopsiyê li doza ku lê hatiye kirin bên bicihkirin, lê belê hîn jî tiştek li dosyeyê nehatiye bicihkirin.
MA / Ahmet Kanbal