ŞIRNEX – Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî diyar kir ku polîsê wesayîta zirxî li Silopî li dayik û zarokê wê yê 4 salî qelibandiye wî ji kar girtin e.
Li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Silopiya Şirnexê di 7’ê nîsanê de, polîs wesayîta zirxî li Nesrîn Kiliç û zarokê wê yê 4 salî Suavî qeliband. Dayik û kurê xwe bi giran birîndar bûbûn.
Piştî bûyerê dayik û kurê wê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî. Dayik Kiliç ji nexwexaneyê derxistin û rewşa wê ber bi başiyê ve diçe. Suavî yê 4 salî lingê wî yê çepê hat jêkirin û li Konyayê dermankirina wê didome. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Suavî ber bi başiyê ve diçe.
Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî têkildarî bûyerê dest bi karên hiqûqî kir. Elçî destnîşan kir ku ew têkildarî bûyerê bi Qeymeqamê navçeyê re hevdîtin kirine û polîsê bûye wesayît li dayik û keçika wê qelibandiye ji kar hatiye girtin. Elçî anî ziman ku der barê polîs de lêpirsî edlî û îdarî hatiye destpêkirin.