STENBOL - Malbatên Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên piştî farmana Serokê AKP'ê Erdogan hatin binçavkirin û girtin, daxuyanî dan û xwestin zarokên wan bên berdan û lêborîn ji zarokên wan bên xwestin.
Malbatên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, ji bo zarokên xwe yên hatin girtin, li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemeniye pêk anin. Piştî xwendekarên zaningehê hatin girtin, Malbatan Li Odeya Tabîban a Stenbolê (İTO) civîna çapemeniyê pêk anîn. Malbatên xwendekarên zanîngehê yên hatin girtin, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê TTB'ê Raşit Tukel, Hevserokên KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyîk, Serokê rêveberiya TMMOB'ê Emin Koramaz, Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Serokê Partiya Şoreşger Musa Pîroglu, Akademîsyen Prof. Dr. Gençay Gursoy Endamên DÎB'ê Nesrin Nas jî di navde gelek kesên cuda amade bûn.
Li ser navê malbatan, Bavê Denîz Yilmaz Bulent Yilmaz daxuyanî da. Yilmaz, diyar kir ku pişti demek dirêj zarokên wan di bin çavan de man jê 10 zarokên wan hatin girtin û wiha got: "10 zarokên me hatin girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Standan di 19'ê Adarê de bi navê 'Loqûnê Efrînê" hat vekirin raste rast bi armanca provokasyonê pêk hatiye. Li ser vê standê koma xwendekaran jî pankarta 'Loqûmê şer nabe" hatiye vekirin. Gelek kesan wêne kişandine û dîmenê wan bi lez û bez bi gelek cihan belavkirine. Bi vî rengî xwendekar hatine binçavkirin. Zarokên me ji aliyê rêveberên dewletê, medya û rêveberiya zanîngehê ve bi awayekî kîndarî bûne hedef. Lên li dijî aştî, demokrasiyê kîn û nefret pêş xistin di 22'ê Adarê de zarokên me binçavkirin û azadiya xwendinê ya xwendekaran asteng kirine. Zarokên me di ezmûnên zanîngehê de serkeftinên mezin bi dest xistine. Zarokên me endamên mirovên zanistiyê, nivîskar, hunermend û hîndkariyê ne. Di vê rêyê de pêwiste lêpirsîn bikin û rexne bikin. Pewiste aliyê başî, xweşî, xweşikahiyê bigirin. Bila kes nepê ku zarokên me li benda fermana wan be. Yên zarokên me kirine hedef divê leborina xwe ji zarokên me bixwazin. Divê zarokên me berdin. Em dixwazin zarokên me serbest bên berdan û lêpirsîna der barê wan de bi dawî bikin."
Dayika Yaren Tuncer Ozgur Tuncer jî anî ziman ku wê xwestiye di nava civakê de di ferqa her tiştî de be mezin kiriye û wiha got: "Min xwest di ferqa her tiştî de be û min ew mezin kir. Ez bi kurê xwe serbilind im. Ji bo her zindiyî hesîr dibarandin. Wî dixwest ji bo îktîdarê can neşewitin û dayik negirin. Zarokên me yên li malê azad di axivin dikarin li kolanan jî fikrên xwe azad bînin ziman. Li dijî hemû zindiyan hestiyar bû.
Serokê berê yê Beşa Civaknasiye ya Zanîngeha Bogazîçîyê Faruk Birtek jî diyar kir ku Bogaziçî jan dide û wiha got: "Zanîngeh ji derve rastî tecawizê hat. Ne tene li Tirkiye li cihanê zanîngeha xwendekarên herî xweşik vedihewîne."
Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 16 xwendekarên di 19’ê Adarê de bertek nîşanî “Loqima Afrînê” dan û gotin “Loqima komkujiyê nabe" Serokê AKP’ê Teyyîp Erdogan got ‘Emê wan nedin xwendin. Ew komînîst in” û fermana binçavkirina wan dan. Li ser fermana Serokomar Erdogan 16 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî îfadeya wan a dozger hat girtin, ji 16 xwendekaran 15 xwendekarên sewqî dadgehê hatin kirin û 9 xwendekar hatin girtin û 6 xwendekar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Xwendekarên hatin girtin wiha ne: Şukran Yaren Tuncer, Zulkuf Îbrahim Erkul, Esen Denîz Ustundag, Sevde Ozturk, Kubra Sagir, Berke Aydogan, Denîz Yilmaz, Agah Suat Atay û Yusuf Noyan Ozturk.