STENBOL – 3 edîtor û xebatkerek rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînî ser kiribûn bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. 3 xebatkar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li ser fermana 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi riya TMSF’ê qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî kiribûn. Di çarçoveya lêpirsîna li ser rojnameyê de edîtor û xebatkarên rojnameyê di nav de 7 kes binçav kiribûn. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê 7 kes sewqî Dadgeha Çaglayana Stenbolê kirin. Dozger îfadeyên binçavkiriyan negirt û bi bayê bezê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun, Pinar Tarlak û Ramazan Sola bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Xebatkarên rojnameyê Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê Mehmet Beyazit jî bi daxwaza şertê kontrola edlî bê berdan sewq kir.
4 KES HATIN GIRTIN
Dadger îfadeyên Çelebî, Hacioglu, Urun û Tarlak girt û bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” girt. Demîrkiran, Sola û Beyazit jî bi şertê kontrola edlî berda.