AMED - Tekane Rojnameya Kurdi Welat, piştî çapxane hat desteserkirin û qeyûm tayinî wê kirin û xebatkarên çapxaneyê jî hatin girtin nikare weşanê bike. Dadgehê der barê hêjmara Rojnameyê Welat yên 17, 19 û 29'ê Adarê de biryara komkirinê da. Dadgeha Wane jî der barê hêjmarên nehatine çapkirin de biryara komkirinê da.
Tekane Rojnameya Welat piştî polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun desteser kir û qeyûm tayin kir û xebatkarên çapxaneyê binçavkirin, cihê ku lê çapê bike nema. Ji ber çapxane hat desteserkirin û çapxaneyên din deriyê xwe venekirin Rojnameya Welat nikare çap bike. Ji 30'ê Adarê û şûnde êdî dest bi weşana li ser malpera înternetê dike û dawî li weşana nivîskî ya li ser kaxizê anî.
2'emîn Dadgehae Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê der barê hêjmarên 17, 19 û 29'ê Adarê yên Rojnameyê de biryara komkirinê da. Vê carê 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê jî der barê heman hêjmaran de biryara komkirinê da. Dadgehê di 3'ê Nîsanê de tevî ku rojname nedihat çapkirin jî ev biryar girt û ev balkêş e dema nedihat çapkirin biryara komkirinê dan.