STENBOL – 7 edîtor û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yên piştî rojname hat desteserkirin di 4'ê Nîsanê de hatin binçavkirin sewqî dozgeriya Stenbolê hatin kirin. Dozger beyî îfadeya 5 edîtoran bistîne bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozger der barê xebatkarên rojnameyê Nedîm Demîrkiran û Mehmet Beyazit de jî bi şertê kontrola edlî xwest bên berdan.
Polîs û tîmên taybet 4'ê Nîsanê di navbera saetên 00.00 û 03.00’an de bi ser malên xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de polîsan dest danî ser rojname, wêne, pirtûk û maskeyên gazê ku di dema şopandina nûçeyan de dihatin bikaranîn. Polîsan di serdegirtina malan de edîtorên rojnamê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkarên rojnamê Pinar Tarlak, Ramazan Sola, Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê yê rojnamê Memet Beyazît binçav kirin. Piştî îfadeya 7 xebatkarên rojnameyê li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger beyî îfadeya 5 edîtoran bistîne bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozger der barê xebatkarên rojnameyê Nedîm Demîrkiran û Mehmet Beyazit de jî bi şertê kontrola edlî xwest bên berdan. Dozger der barê edîtorên rojnameyê Mehmet Ali Çelebi, Reyhan Hacioglu, Hicran Urun, Pinar Tarlak û Ramazan Sola de jî daxwaza girtinê kir û bi daxwaza girtinê sewqî 3’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê.
7'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê, li ser daxwaza Serdozgerê Komarê TMSF wekî qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin.
22 XEBATKARÊN ÇAPXANEYÊ Û ROJNAMEYÊ HATIBÛN GIRTIN
Di 28'ê Adarê de jî polîsan bi ser Çapxaneya Gun û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtibû û rojname û çapxane desteser kiribûn. 27 kes jî binçav kiribûn. Ji 27 kesan, di navde xwediyê îmtîyazê û xwediyê çapxaneyê jî di navde heyî 22 kes girtin û şandin Sîlîvrî.