COLEMÊRG - 4'emîn danişîna doza Surmî Înce ya di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li Geverê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat dîtin.
Surmî Înce, di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajaroka Xirvatê ya Gevera Colemêrgê dema ku tevî hevserê xwe xwarin ji zarokê xwe re dibir ji aliyê leşkerên ku ji wesayitên zirxî derketin ve hat gulebarankirin û i gulebaranê de jiyana xwe ji desta dabû. Yekemin danişîna doza wê di 8'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezaya Giran a Geverê hatbû dîtin. Kurê Înce, Bunyamin Înce parêzeriya dozê kiribû. Bunyamîn Înce diyar kir ku dema dayika wî hatiye kuştin leşkerek hatiye girtin, lê niha ew leşker jî berdane.
4'emîn danişina dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. Di danişîna dozê de parêzerê Surmî Înce û di heman demê de kurê we Bunyamin Înce û pareserên bersûcan amade bûn. Hevserê Surmi Înce Hasan İnce, xwest bersûc bên cezakirin. Parêzerê SurmÎ İnce jî diyar kir ku dema bûyerê 8 leşker hebûn û xwest hemû leşker bên darizanidn.
Prz. Bunyamin Înce ani ziman ku 8 leşker bêyî tiştek hebe gule barandine û heta niha der barê wan de û der barê cihê bûyerê de tu lêkolîn û lêpirsîn nehatye kirin û gav nehatiye avêtin. Înce xwest lêkolîn bê kirin û hemû leşker bên darizandin û cezakirin. Heyeta dadgehê piştre doz taloqî 15'ê Gulanê kir.