ENQERE - Komeleya 10'ê Cotmehê di meha 30'yemîn de kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin bibîr anîn. Li ser Navê Komeleya 10'ê Cotmehê Îhsan Saylan axivî û got: “Li dijî me ew qas doz hatin vekirin. Lê li dijî kujerên komkujiya 10'ê Cotmehê ku aşkere pêk hat heta niha tu doz nehatiye vekirin."
Endam ûrêveberên Komeleya 10'ê Cotmehê, di meha 30'yemîn de 102 kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li cihê ku komkujî lê pêk hatiye bi bîr anîn. Komeleya 10'ê Cotmehê ya Piştevanî û Aştiyê (10 Ekim-Der) her meh di roja 10’emin de bernameya bîranînê li dar dixe. Endam û rêveberên Komeleyê ku ji malbatan pêk tê îro di meha 30'yemîn de dîsa saet di 10:04’an de li qada ku komkujî pêk hat kom bûn û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Malbat û endamên komeleyê li cihê bûyerê rêz girtin. Piştre li ser navê malbatan û komeleyê Îhsan Seylan, axaftin kir û wiha got: "Tevî ku ew qas dem derbas bû hêj zêdeyî 30 kesên birîndar bûbûn tên dermankirin. 8 kesên birîndar bûn heta emrê wan hebe dê seqet bimînin û dermankirina wan dê bidome. Bi dehan hevalên me ji ber ku di 10'ê Cotmehê de birîndar bûn, hatin girtin, binçavkirin û ji karê xwe hatin îxrackirin. Bi dehan hevalên me ji ber ku tev li bernameya 10'ê Cotmehê bûn, der barê wan de doz hatin vekirin û tên darizandin. Rojnamegerên der barê 10'ê Cotmehê de nûçe çêkirin tên darizandin. Komeleya 10'ê Cotmehê hat girtin. Bi dehan doz der barê me de hat vekirin. Lê der barê berpirsiyarê 10'ê Cotmehê de heta niha du doz nehatiye vekirin. Danişîna dozê dê di 12-13'ê Hezîranê de bê dîtin."
'BILA BIBE QADA AŞTÎ, KED Û DEMOKRASIYÊ'
Saylan, daxwazên xwe wiha anî ziman: "Em dixwazin di serî de berpirsiyar û kujerên 10'ê Cotmehê, Pirsûs, Dîlok, Amed û Stenbolê hemû kujer û berpirsiyar bên ditin û darizandin. Em dixwazin qada GAR'a Enqereyê bibe ‘Qada 10'ê Çotmehê ya Ked Aştî û Demokrasiye"
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan jî diyar kir ku hemû kes dizane kujer û berpirsiyarê komkujiyê kîye û wiha got: "Li vî welatî tene ji ber daxwazên aştieyê zêdeyî 100 kes hatin kuştin. Ger ku destê îktîdarê di nava vê komkujiyê de tune be divê ronî bike û kujeran ceza bike."