MÊRDÎN – 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ku 17 zarok girtî tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dest pê kir. Di danişînê de malbat û endamên çapemeniyê hilnegirtin salonê.
2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ku 17 zarokên piştî qedexeya li Nisêbinê hatin girtin û girtî tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dest pê kir. Di 26'ê Gulana 2016'an de dema welatî ji malan deristin 17 zarok hatibûn girtin. 2'yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê li Salona avahiya Miduriyeta Bajar a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Xebatkarên çapemeniyê û malbatên zarokan hilnegirtin salonê. Danişîn bi îfadeya zarokan dest pê dike. Rawestîna malbatan a li dervê salonê jî berdewam dike. Nehat zanîn ku dê rûniştina doza zarokan çend rojan berdewam bike.
Di danişîna borî de parêzeran diyar kiribûn ku zarok rastî îşkenceyê hatine û der barê rewşa zarokan de serlêdana sûc kiribûn.