ENQERE –Parêzer Sercan Aran, destnîşan kir ku girtina sê şaxên Malên Gel bi tespîtên komisyona ku di bin banê Midûriyeta Perwerdehiya Netewî de hat avakirin de nehatine girtin, di encama lêkolînên li ser medyaya civakî yên emniyetê de hatine mohrkirin. Aran, destnîşan kir ku mohrkirin derî hiqûqê ye.
Walîtiya Enqereyê, şaxên Malên Gel ên li Batikent, Seyran Umut û Keçîorenê û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk a li Mamakê mohr kirin. Walîtiyê diyar kir ku şax bi hinceta “dayîna perwerdehî û hînkariyê” hatine girtin. Sekreterê Hiqûqî yê Malên Gel Parêzer Sercan Aran jî destnîşan kir ku ev yek derhiqûqî ye.
Parêzer Aran, bi lêv kir ku şaxa wan a ewil du meh berê li Kocaeliyê hatiye girtin. Aran, diyar kir ku rayedarên Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê ya Yenî Mahalleyê hatine Şaxa Malên Gel a Batikentê û diyar kirine ku gilî hatiye kirin. Aran, got, rayedar li komeleyê geriyane, lê belê di girtekê de diyar kirine ku li vir perwerdehî-hînkarî nayê dayîn. Aran, destnîşan kir ku lê belê dotirê yanî di 1’ê Nîsanê de ji wan re hatiye gotin ku dê bi emre walîtiyê komele bê mohrkirin. Aran, anî ziman ku ewil Şaxa Batikentê hatine mohrkirin û dû re şaxa Malên Gel a Seyran Ûmût a li Çankayayê hatiye mohrkirin û piştî vê şaxa wan a Keçîorenê, şaxa Mamakê û herî dawî jî Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatiye mohrkirin.
JI BER PARVEKIRINÊN MEDYAYA CIVAKÎ
Aran, anî ziman ku ji bo karên hiqûqî ew çûne walîtiyê, walîtiyê jî ew şandine Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Bajêr a Enqereyê. Aran destnîşan kir ku tu tişt teblîxî wan nehatiye kirin, tenê di dema mohrkirinê de rayedaran belgeyek nîşanî wan daye û wan jî wêneyê wê belgeye kişandiye. Aran bal kişand ser hincetên mohrkirinê û got: “Di 27’ê Adara 2018’an de Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hesabên medyaya civakî yên şaxên Malên Gel lêkolîn kiriye û di encama lêkolînan de diyar kiriye ku li şaxên Malên Gel perwerdehî tê dayîn. Yanî bi awayekî fiîlî nehatine şaxek me û bi rastî jî tespit nekirine ku ka perwerdehî tê dayîn an na.”
'KOMÎSYONA PERWERDEHIYA NETEWÎ BÛYE EMNIYET’
Aran, diyar kir ku ji bo girtinê wekî hincet Qanûna Jimare 5580’yan hatiye nîşandan ku ev qanûn tenê dibistanên taybet û navendên etûtan eleqedar dike. Aran got: “Li gor vê qanûna ku wekî hincet nîşan dane jî tev negeriyane. Di vê qanûnê de eger bê etspîtkirin ku bêyî destûr perwerdehî tê dayîn, dê Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê komîsyonekê ava bike û girtekê binivîsîne. Li ser girtekê tê nivîsandin ku bi destûra walîtiyê tê girtin. Lê li vir usûleke bi vî rengî tune ye. Emniyet bûye komîsyon. Emniyet jî tespîtê nake. Peywirdarek rûniştiye gotiye hela em binerin bê ka şaxên Batikent, Keçîoren, Seyran Ûmût çi parve kirine? Şahiya zarokan li dar xistine, atolyeya perwerdehiya zansitî û laîk vekirine. Gotine ev kes perwerdehiyê didin! Êdî şahiyên zarokan jî tehamul nakin.”
'TERÎQATAN MOHR BIKIN’
Aran, diyar kir ku wan hefteya borî ji bo ev yek bê rawestandin serî li Dadgeha Îdareyê daye. Aran, destnîşan kir ku ew bi xwe jî dizanin ku tşta hatiye kirin derhiqûqî ye û got: “Mafên me yên hiqûqî jî asteng dikin. Madem we girtiye, qet nebe biryarê bidin. Dibêjin dê parêzer bidin we, dibêjin ’60 roj mafê me yê bersivê heye.’ Em bi rewşeke abes re rû bi rû ne. Daketina kuçeyan, lidarxistina çalakiyan, grevên birçîbûnê, meclîsê qedexe dike. Yanî îktîdareke evqasî bêperwa. Biçin terîqetan mohr bikin. Ew bi perwerdehiya ku didin civakê paşverû dikin. Ev yek asta dawî ya êrîşên îktîdarê nîşan dide. Îktîdar dibêje ‘ez ê welatekî paşverî, antî-laîk ava bikim û ez ê nifşekî wisa bigihînim.’”
MA / Berivan Altan