MÛGLA – Li Mûglayê di Cotmeha 2017’an de 6 gerîlayên HPG’ê hatibûn kuştin. Lê belê hatibû îdiakirin ku her 6 bi saxî hatine zevtkirin û dû re hatine înfazkirin. Lêpirsîna der barê vê bûyerê de hat amadekirin. Di îdianameyê de îfadeyên hatine girtin dişibin hevdu. Ev yek jî gotinên Mehmet Can Yîgîner ê girtî tîne bîra mirov ku gotibû: “Dixwazin îfadeyên ku hatine amadekirin bi me bidin îmzekirin.”
Li bejahiya navçeyên Koycegîz û Seydîkemer ên Mûglayê di 4-5-6’ê Cotmeha 2017’an de 6 gerîlayên HPG’ê hatibûn kuştin. Hatibû îdiakirin ku her 6 gerîla bi saxî hatine zevtkirin û dû re hatine înfazkirin. Serdozgeriya Komarê ya Mûgalyê lêpirîna der barê vê bûyerê de temam kir û îdianame amade kir. Îdianameya der barê 15 kesan hat amadekirin de, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku 6 jê gerîla, 3 jê jî kesên ku gerîlayan ji bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê bi keştiyê anîne û 6 jê jî alîkariya wan kirine.
Dê danişîna ewil a dozê di 9’ê Gulanê de pêk bê.
Di îdianameyê hat xwestin ku Ekrem Altay (Gabar), Veysî Şengîl (Kamûran), Velat Aşan (Ferhat) û Mehmet Can Yîgîner (Firaz) ku HPG’ê daxuyandibû ew endamên wan in û der barê Mûhammed reşo û Serbest Şenlîk ku hat îdiakirin HPG’î ne de bi îdiayên “Endamtiya rêxistina çekdar a terorî”, “sixtekariya di ewrqaên fermî de”, “Astengkirina peywirê”, “Bêyî destûr peydakirina madeyên talûke” û “Veguhastina guleyên çekan” bên cezakirin.
Di îdianameyê de hat xwestin ku Adnan Yîgîrer bi îdiayên “Alîkariya rêxistinê” û “Astengkirina peywirê” û Mûstafa Yîgîner, Bahtîyar Şenlîk, Senar Şenlîk, Tahîr Şenlîk û Îsmaîl Bozdag jî bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê” bên cezakirin. Her wiha hat xwestin ku Ahmad Abû Dast, Monir Dib, Ossoma Joûnî yên hat îdiakirin HPG’iyan bi keştiyê ji Lazkiyeyê anîne jî bi îdiayên “Ji bi rêxistinên terorî peydakirina çekan”, “Qaçaxçîtiya koçberan” û “Alîkariya rêxistinê” bên cezakirin.
Di îdianameyê de bûyer yeko yeko hatin vegotin û hat îdiakirin ku li ser îfadeyên Mehmet Çîftçî (Serdar Ararat) ku di 11’ê Îlona 2017’an de li Wanê hat girtin û Selçûk Yogûrtçûyê (Şreşe) li Osmaniyeyê hat girtin îstixbarata ku dê HPG’î bên Mûglayê hatiye wergirtin.
Hema bêje îdianame li gor gotinên Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylû ku gotibû “ji Lazkiyeyê hatin” hatiye amadekirin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku îstixbarata ku dê HPG’î wekî 5 komên cuda bên Egeyê bi dest ketiye û di 25’ê Îlona 2017’an de muretebatê keştiya ku 4 HPG’î anîne û Mûhammed Reşo ji aliyê komên ewlehiyê yên peravê hatine zevtkirin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Rojhat Seçkîn (Elîşêr Mûnzûr), Mûhammed Nûrsîda (Adil Bawer) û Îlyas Demîr (Warger Şîndar) ku mirin, dema barî filûqeyê giran bûye muhîmatên xwe avêtine behrê û agahî ji wan nehatiye wergirtin. Dîsa hat diyarkirin ku komên hatine jî hewl dane li 4 HPG’iyên winda bigerin, lê belê dema dîtine komên ewlekariyê yên peravê ew sekinandine, çenteyên xwe yên piştan danîne û hêzên ewlehiyê ew tevî madeyên sotemeniyê li peravê dîtine.
Lê belê her çend, hatibe diyrakirin ku yên koma ewil tevî çek û muhîmatên xwe noqî behrê bûne û muhîmatên koma din li peravê hatine dîtin jî, hatibû îdiakirin ku kesên winda jî di nav de 6 HPG’î di pevçûnê de hatine kuştin.
Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane çekên wan li ser wan bûne. Dîsa hatibû derpêşkirin ku di lêgerînên hatine kirin de qewanên vala hatine dîtin û ev qewan ji çekên kesên jiyana xwe ji dest dane de derketine.
GELO QEY ÎFADEYÊN AMADEKIRÎ BI WAN DAN ÎMZEKIRIN?
Hema bêje îfadeyên kesên hatine girtin hemû dişibin hevdu. Ev yek îfadeya Mehmet Can Yîgînerê girtî ku wê demê ji parêzerê xwe Gunfer Karadenîz re gotibû tîne bîra mirov. Yîgîner gotibû: “Jixwe wan bi xwe îfade amade kiribû. Jixwe emniyetê nivîsandibû ka em ji ku hatine û armanc çî ye. Ji me jî tenê hat xwestin ku em îmze bikin.”
MA / Ahmet Kanbal