STENBOL – Pîlotê berê Bahadir Altan, destnîşan kir ku ji bilî şer tiştekî ku AKP wehd bike nemaye û got: “Kesên dengê xwe didin AKP’ê mecbûr in mirina zarokên xwe bidin ber çavên xwe. Dê di pêşerojê de şer çêbibe. Tu hedefên wan ên 2023’yan neman. Wê heta 2023’yan şer hebe.”
Pîlotê şer ê berê û nivîskarê Gazete Karincayê Bahadir Altan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hemû kesên muxalif tên çewisandin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li tevahiya civakê berbelav bûye. Altan anî ziman ku îktîdar bi mantiqa “leşker, dewletê” tev digere û eger li hemberî vê rewşê bertek neyên nîşandan wê wê di pêşerojê de dor bê herkesî.
‘DÊ DOR BIGIHÊ HERKESÎ’
Altan dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bi bîr xist û destnîşan kir ku divê herkes baş zanibe ku eger li dijî vê rewşa çewisîner neyê derketin dê taliya talî dor bigihêje herkes. Altan, bi lêv kir ku eger li ser fikrên we bê sepandin û li hemberî wê hûn bêdeng bimînin taliyê dê dor bê we jî û got: “Çimkî kesên wek wan nafikirin û serî li ber wan natewînin, diçewisînin û tecrîd dikin. Îktîdar pêdivî bi rêbazeke wisa dibîne. Êdî li benda demokratîkbûyîna wê xeyal e. Li vî welatî êdî li mayîna li benda hilbijartineke demokratîk jî xeyal e.” Altan, diyar kir ku divê ji bo şikandina tecrîd ew di nav xwe de rêbazan bibînin û got: “Derdorên cuda yên civakê jî der barê çewisandinên di girtîgehan de diaxivin. Leşkerên ku tev li pêvajoya darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bûn bi xwe jî îro ne di tecrîdê de ne. Bi malbat û parêzerên xwe re diaxivin. Lê belê hikumxwarinên ku pêvajoya wan a darizandinê bi dawî bûye tên tecrîdkirin. Ji ber vê divê em vê pêvajoyê lêpirsîn bikin. Ev ji bo me hemûyan pir girîng e.”
‘DIVÊ HEMÛ DERDOR BÊN CEM HEV’
Altan, bi lêv kir ku di nêvenga çewsîner de hedefa ewil gelê kurd e. Altan anî ziman ku di serî de tevgera kurd û bi giştî jî hemû derdorên muxalif, divê li hemberî şert û mercên vê darbeya leşkerî bên gel hev. Altan got: “Di serî de CHP û hemû kesên dibêjin em muxalif in, divê vê rastiyê bibînin. Çimkî raza herî mezin a di serketina AKP’ê de ew e ku derdorên muxalif bera hevdu bide. Niha jî AKP di warê berahevdûna muxalifê de polîtîkayeke serketî disepîne. Divê em vê yekê bişkînin. Yanî li dijî şert û mercên darbeya leşkerî divê kesên aştiyê dixwazin û dixwazên êdî ev welat aram bibe, her tiştî deynin kêlekekê û bên gel hev.”
‘JI BILÎ ŞER ÊDÎ TIŞTEK NEMA’
Altan, destnîşan kir ku ji bilî şer êdî tiştekî ku AKP ji bo gel wehd bike nemaye û ji bo alîgirên xwe jî ji bilî mirina zarokên wan tiştekî wehd nake. Altan got: “Yanî kesên dengê xwe didin AKP’ê mecbûr in mirina zarokên xwe bidin ber çavên xwe. Dê di pêşerojê de şer çêbibe. Tu hedefên wan ên 2023’yan neman. Wê heta 2023’yan şer hebe. Lê belê li hemberî vê yekê kesên aştiyê, biratiyê, aramiyê û başkirina rewşa aboriyê wehd dikin divê bên gel hev û bitêkoşin. Ev yek jî ne tiştekî dûr e. Divê mirov bihêvî be. Çimkî êdî ev rastî tê dîtin. Yanî êdî di derdora AKP’ê de jî tê gotin ‘êdî bes e ji vê tişta ku hunermend dikin. Hunermendekî rihayî ji bo çi li dijî çewisandinên 4’ê Nîsanê yên li Rihayê, li hemberî santrala nukleerî dernakeve, lê tê li wî cihê ku zêdeyî 50 leşker lê mirin pîrozbahiyê dike.’ Ev yek bi perdeyeke wekî ya moralê nayê nixumandin. Ev bi temamî şeqşeqkeriya şer e û di heman demê de sûc e.”
MA / Necla Demir