WAN – Omer Kadakê ku çêkirina selikên mîna kewarên mêşan ji bavê xwe hîn bû, niha bi çêkirina wan debara xwe dike.
Omer Kadakê ku li Taxa Gundogdû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, 20 salin ji darên biyan selikên mîna kewarên mêşan çêdike. Kadak bi vî awayî hewl dide ku, ev kar û berê li ber qedandinê ye zînde bike. Selikên kewarî li herêmê hîn jî ji aliyê mêşvanan ve tê bikaranîn. Kadak bi lêv kir ku nemaze jî ew selikan bi darên biyan çêdike.
‘BI ŞAXÊN BIYAN SELIKÊN MÎNA KEWARÊN MÊŞAN ÇÊDIKIM’
Kadak, diyar kir ku gelek kes ji Sêr, Wan, navçe û gundên derdorê ji bo selikan tên cem wî û ew zivistanê amadekariya biharê dike. Kadak got: “Ez zivistanê şaxên biyan kom dikim û dikim kewar. Mesela ez pereyan didim kesên ku şaxên biyan ji wan distînim. Divê ez zivistanê şaxên daran bistînim, çimkî şaxên ter bi kêrî min tên. Piştî şaxan berhev dikim, li cihekî germ rûdinêm û dest bi çêkirina selikan dikim. Helbet zehmetiya vî karî heye, lê pîşeyeke bizewq e. Û her wiha ev pîşe li ber tunebûyînê ye, ji ber wê min xwest berdewam bikim.”
Kadak, diyar kir ku li gor herêman pîvan û şiklên selikan diguhere, lê yên ku ew çê dike wek sîlîndirê ne. Kadak, destnîşan kir ku karê çêkirina selikan li ber qedandinê ye û got: “Dema ez selikan çêdikim, hem zewqê distînim hem jî debara xwe pê dikim. Selik tên malandin. Bi saya malandinê mêş zivistanê ji sermayê û havînê jî ji germa tên parastin. Piştî nimêje sibehê dest bi çêkirina selikan dikim heta şevê. Tekane tiştê pê kêfxweş dibim ev e. Hungivê gundê me navdar e. Hem bi saya avaniya xwezayî ya gund hem jî bi saya kewarên ku em çêdikin, li Tirkiyeyê navê hunguvê me derket. Ez cota selikan bi 60 lîreyî difiroşim. Niha li malê 300 selikên çêkirî hene.”