Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

  • rojane
  • 13:13 6 Nîsan 2023
  • |
img
 
AMED - Platforma Zimanê Kurdî têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyanî da û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi kurdî bin. Divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayeke fermî were damezirandin û jê re bûdçe were veqetandin. Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Her wiha divê parlamenterên kurd jî bi kurdî bizanin, biaxivin û xebatên xwe bi zimanê xwe bikin.” 
 
Platforma Zimanê Kurdî daxwazên xwe yên ji partiyên siyasî  ku tev li hilbijartina 2023’yan dibin li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Platforma Zimanê Kurdî, Platforma Ziwanê Kurdkî” hate vekirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyad Ceylan, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û nûnerên gelek saziyên kurd jî di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hate xwendin. 
 
DÊ HILBIJARTINEKE DIYARKER BE
 
Şerefxan Cizîrî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û got ku hilbijartineke girîng e. Cizîrî, bi domdarî wiha got: “Dê di vê hilbijartinê de xuya bibe bê ka kî wekhevî û demokrasiyê diparêz e û kî jî li dijî van nirxan tevdigere. Wê hemû hêz, rêxistin û kes reng û siyaseta xwe ya der barê nirxên bingehîn de eşkere bikin. Hemû aliyên siyasî wê pêşineyar û çareseriyên xwe ji bo bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar bikin. An ev siyaseta ku were pêşkêşkirin wê bi biryardarî alîgirên çareserî, aştî, diyalog, azadî, demokrasî û wekheviyê be yan jî siyaseta ku Komara Tirkiyeyê ev sed sal in li hemberî gelê kurd daye meşandin wê berdewam bike. An dê înkar, asîmîlasyon û tunehesibandina kurdan berdewam bike, yan jî dê statûya gelê kurd were pejirandin.” 
 
“TUNEHESIBANDINA ZIMAN Û NASNAMEYA KURDAN’
 
Bi domdarî Cizîrî wiha got: “Platforma Zimanê Kurdî dê di vê hilbijartinê de doza ziman, hebûn û nasnameya kurdan bike. Di hilbijartina 2023’yan de daxwaza me ya sereke ev e; yan dê kurd mafê ziman û nasnama xwe bi dest bixin û bibin hemwelatiyên azad û wekhev yan jî dê aşê pişaftinê, hevduneqebûlkirinê, bindestiyê û nîjadperestiyê bidome. Ji bo me ziman û nasnameya kurdî xeta sor e. Bila hemû kes û aliyên siyasî vê rastiyê baş bizanin ku em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye. Ji destpêkê ve em dibêjin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî. Mafê hemû miletan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin, xizmetên fermî bi zimanê xwe bistinin. Em dixwazin ku zimanê kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navendî û zanîngehan, divê bibe zimanê perwerdeyê. Divê hemû astengî û rêbazên pişaftinê yên li ser kurdî û çanda kurdan bên betalkirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin.” 
 
“DIVÊ SIYASET LI GORÎ MAFAN BÊ KIRIN’ 
 
Herî dawî jî Cizîrî ev tişt anî ziman: “Divê navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi kurdî bin. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredariyên bakurê Kurdistanê dixebitin bi kurdî bizanin biaxivin, binivîsin û bixwînin. Dîsa, divê xutbe li mizgeftên Kurdistanê bi kurdî bên dayîn. Ji bo hêsankirina van daxwazan jî divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayeke fermî were damezirandin û jê re bûdçe were veqetandin. Em ji partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dixwazin ku tiştên li bajarên kurdan dibêjin, li rojavayê Tirkiyeyê jî bibêjin û biparêzin. Siyaseta durûtiyê bi kêrî tiştekî nayê. 
 
DAXWAZÊN JI PARLAMENTERÊN KURD
 
Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredariyan bi kurdî bizanin. Di her qada jiyanê de divê zimanê kurdî dîtbar bibe. Zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bona hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan dibin. Di xebatên hilbijartinê de divê zimanê kurdî di hemû cureyên çalakiyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên kurdan bi kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi kurdî dirûşman berz bikin û bi hevre bibêjin; bê ziman jiyan nabe, jiyan jî bi kurdî xweş e!”
 

Sernavên din

13/09/2023
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne
09:09 Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin
09:04 Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir
09:03 Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin
09:03 Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir