WAN - Heyeta dadgehê li Ahmet Ataman yê ku li navçeya Erdîşê tîmên taybet agir bi xaniyê wî xistin û hevsera wî Hediye Ataman di mal de şewitandin, 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birîn.
Polîs û leşkeran di 18'ê Mijdara 2016'an de li taxa Eganîsê ya navçeya Erdîşa Wanê xaniyê Hediye Ataman gulebarankirin û şewitandin. Hediye Ataman a 43 salî di xanî de şewitî û bû xwelî. Hevserê Hediye Ahmet Ataman jî hatibû binçavkirin û girtin. Ahmet Ataman, piştî 7 rojan di bin çavan de ma hat girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Piştî bûyerê doz hat vekirin û hat darizandin.
Serdozger li mala ku polîsan gulebaran kir û Ataman di malê de kuştin Ataman weki “endamên rexistinê" pênase kirin. Dozger parast ku tu qisûra polîsan tune ye. Serdozger îdîa kir ku di malê de “endamên rêxistinê" hebûn û ji ber polîs û leşkeran xwestine “Endamên rêxistinê" bê tesîr bikin gule reşandine û kesên li malê jî bi çekan bersîv dane polîsan. Dozger da zanîn ku di şer de 3 polis birîndar bûne û di bedena Ataman a jiyana xwe ji dest daye şopa guleyê nehatiye dîtin û bi çekê nehatiye kuştin. Polîs bi sedema di bedena Ataman de şopa guleyê tune kuştinek bê qisûr pênase kir û parast ku di bûyerê de îhlala mafê jiyanê pêk nehatiye.
Piştî doz hat vekirin danişîna biryarê ya dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Di danişînê de mexdûr Ahmet Ataman ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê û Taner Ergun jî ji Girtîgeha Tipa L a Rîzeye bi SEGBİS'ê amade bûn. Zehra Hezer jî serbest tev li danişînê bû. Parêzerên girtiyan jî amade bûn.
Piştî nasnameya girtiyan hat xwendin, Ataman, Ergun û Hezer parastinên xwe yên danişîna berê dubare kirin. Parêzerê Ataman Mahmut Kaçan, parastin kir û diyar kir ku ew teqez îdîaya dozger qebûl nakin û tevî ku hewce bi nepeniya dosyayê tune bi lez û bez der barê dosyaye de biryara nepeniyê anîye. Kaçan, anî ziman ku muwekilê wî li şûna mexdûr û muştekî be, mixabin wekî sûcdar û berûc tê darizandin. Prz. Kaçan, anî ziman ku du delîl û şopa ku muwekilê wî wekî "endamê rêxistinê" Bê dîtin û darizandin tune ye.
DADGEHÊ 18 SAL Û 4 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ DA ATAMAN Û ERGUN
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryar da û der barê Ahmet Ataman û Taner Ergun de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 10 sal, "maddeyên talûke li cem xwe girtiye" 8 sal û 4 meh, bi giştî ji bo her kesekî 18 sal û 4 meh ceza da. Dîsa 833 roj cezayê pereyan birî. Heyetê der barê Zehra Hezer de jî bi sucdariya "alîkarî daye rexistinê" 3 sal û 1 meh cezayê girtîgehê birî.
Parêzer dê biryara dadgehê li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê îtîraz bikin.