STENBOL – 7 edîtor û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin dê sibê sewqî dozgeriyê ya li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bikin.
Polîs û tîmên taybet 4'ê Nîsanê di navbera saetên 00.00 û 03.00’an de bi ser malên xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de polîsan dest danî ser rojname, wêne, pirtûk û maskeyên gazê ku di dema şopandina nûçeyan de dihatin bikaranîn. Polîsan di serdegirtina malan de edîtorên rojnamê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkarên rojnamê Pinar Tarlak, Ramazan Sola, Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê yê rojnamê Memet Beyazît binçav kirin. 7 xebatkarên ku li Midûryeta Polîsan a Kolana Vatanê di bin çavan de ne, dê sibê wan sewqî dozgeriyê bikin.
7'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê, li ser daxwaza Serdozgerê Komarê TMSF wekî qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin.
22 XEBATKARÊN ÇAPXANEYÊ Û ROJNAMEYÊ HATIBÛN GIRTIN
Di 28'ê Adarê de jî polîsan bi ser Çapxaneya Gun û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtibû û rojname û çapxane desteser kiribûn. 27 kes jî binçav kiribûn. Ji 27 kesan, di navde xwediyê îmtîyazê û xwediyê çapxaneyê jî di navde heyî 22 kes girtin û şandin Sîlîvrî.