MÛŞ/AYDIN - Li navçeya Kopê ya Mûşê ji 14 kesên hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin. Li Navçeya Efeler ya Aydin û navenda Aydinê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 9 kes binçav kirin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsan di 3'ê Nîsane de bi ser gelek malan de girt û 14 kes binçav kirin. 14 kesên lêpirsîna wan ya Midûriyata Polîsan bi dawî bûn sewqî dadgehê kirin. Dozger piştî îfadeya wan girt bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê bi heman idîayê Yakup Şahin, Fesih Çaglayan, Hikmet Aras û Îbrahim Kaltuş girt û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê der barê Zekî Gun, Devrim Tanrikulu, Cuneyt Duran, Sadullah Demîr, Selahattin Topçu, Hayrettin Yilmaz, Kerem Kayaalp, Yaşar Taş, Melike Tozyilmaz, Mehmet Alî Çetinkaya de jî biryara berdanê ya bi şertê kontrola edlî da.
4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha tîpa L a Patnosê. Di heman rojê de Fesih Demîr jî hatibû binçavkirin û roja înê 6'ê Nîsanê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
LI AYDINÊ 9 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Navçeya Efeler ya Aydinê û navenda Aydinê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de neheqî li welatiyan kir û gelek pirtûk, bilgisayar, telefon, cîhazên elektronîk desteser kirin û 9 kes binçav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a TEM'ê ya Aydinê.