ERZÎNGAN - Li Erzinganê dema cendirmeyan teqemenî îmha dikirin teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.
Li Taxa Sandikli ya Navçeya Kemaliye ya Erzincanê dema leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Erzînganê teqemenî îmha dikirin teqîn pêk hat. Di îmhakirina teqemeniyê de leşkerek mir û leşkerek birîndar bû. Walîtiya Erzgînganê jî bi daxuyaniyek sersaxiyê bûyer piştrast kir.