Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin

  • rojane
  • 09:02 4 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Girtî Fîkret Erden, di erdheja Mereşê de 3 rojan di bin kavilan de maye û platîna di milê wî yê rastê de şikestiye. Erden, ji wê çaxê heya niha nehatiye dermankirin.
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êrişên li ser girtiyan dewam dikin. Girtî ji mafê xwe yê herî bingehîn bê par in û bi awayekî dijwar tên tecrîdkirin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyan heta niha bi sedan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî hatine qetilkirin. 
 
Li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê di 6'ê sibatê de bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûbûn. Di encama van erdhejan de bi hezaran kes di bin xirebeyên avahiyan de mabûn. Di van erdhejan de girtîgeh jî xesar dîtibûn. Girtiyê bi navê Fîkret Erden ku di  Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dima, piştî erdhejê tevî hevalên xwe di bin kavilan de maye. Di erdhejê de platîna di milê rastê yê Erden de şikestiye. Piştî ji bin kavilan hatiye derxistin ew nebirine nexweşxaneyê û sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatiye kirin. Erden li vir rastî heman nêzîkatiyê hatiye û tevî hemû daxwazên wî yên ji bo sewqkirina nexweşxaneyê jî ew nebirine nexweşxaneyê. Erden, ji wê rojê heya niha nehatiye dermankirin û ji ber platîna şikestî ya di milê wî de nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. 
 
NEHATINE DERMANKIRIN
 
Dayika Fîkret Erden, Sidika Erden diyar kir ku kurê wê di rewşeke nebaş de ye û wiha axivî:" Kurê min seqet e. Laşê wî hemû birîndar e. Dema ku erdhêj çêbû kurê min û hevalên wî jî di bin kavilan de man. Kurê min û hevalên xwe 3 rojan bin kavilan de man. Kesek bi hawara wan de neçû. Di telefonê de ji me re got ku, gelek hevalên wî birîndar bûne û rewşa gelekan ji wan jî nebaş e. Me nedizanî ku di çi rewşê de ne û piştre ew birine Kirikkaleyê. Li wir jî ew kirine girtîgeheke ku hê nehatiey temamkirin. Tiştên ku me ji wan re şandine jî radestî wan nekirine. Ev tiştê ku ew dikin ne tiştekî însanî ye. Girtî tên tecrîdkirin. Dema ku em ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê jî nahêlin em derbas bibin. Em 3 caran di lêgerînê re derbas dikin. Me di lêgerîna tazî re derbas dikin û heta ku porê me jî vedikin. "
 
NIKARE MILÊ XWE BILEBITÎNE
 
Bi domdarî Erden anî ziman ku destê rastê yê kurê wê niha nalebite û got ku çendî ji bo vê daxwazname dane jî wî nabin nexweşxaneyê û êşa wî zêde dibe. Erden, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev 4 meh in ez neçûme hevdîtinê. Rewşa wî çawa ye, nizanim. Dibêje platîna ku di milê wî de şikestiye û gelek diêşe. Di hevdîtina herî dawî de ji me re got,' 'ji bo ku min bibin nexweşxaneyê ez daxwaznameyan didim, lê min nabin, qebûl nakin.' Got, girtîgeh dibêje tu derewan dikî. Nabin nexweşxaneyê û paşguh dikin. Hemû jî di erdhêjê de birîndar bûne, lê yek ji wan jî nebirine nexweşxaneyê. Digot dema erdhêj çêbûye me ji wan re digot, 'Bi hawara me de wer in', digot 'dihatin ber derî qîr didan û henekê xwe bi me dikirin'. Niha di çi rewşê de ne, ez nizanim. Hevdîtina wan a bi telefonê kirine 7 deqîqe. Di van 7 deqîqeyan de teyban û stranan vedikin da ku em ji hev fêm nekin. Em tu tiştî ji hev fêm nakin û piştre jî telefon tê qutkirin. Hê ku em fêr nabin bê ka pirgirîkên wan çi ne telefon qut dibe. Destê wî yê rastê niha nalebite. Ji bo ku pêdiviyên xwe pêk bînin pereyê wan nadin wan. Carekê li Mereşê ew pereyê di qertên wan de hemû desteser kiribûn. "
 
'BILA TU KES NESEKINE'
 
Erden xwest ku hemû malbatên girtiyan rabin ser pêyan û wiha bang kir: "Banga me ji bo saziyên mafên mirovan heye ku xwe bêdeng nekin û çi ji destê wan bê bikin. Bila dayik rabin ser pêyan û bibêjin êdî bes e. Em hemû xwediyê vê ax û avê ne. Zarokên me hemû xelas kirin. Bila tu kes nesekine û çareyekê ji van pêkanînên re bibînin."
 

Sernavên din

10/09/2023
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin