ŞIRNEX – Operasyona leşkerî ya li herêma Cûdî û Gabarê ya gelek cerdevan û tîmên xençer jî tev lê kirine di roja 5’an de berdewam dike. Di operasyonê de leşkeran koçerên Zozanên Cudî ji zozanan daxistin û destûr nedan rençber zeviyên xwe çot bikin.
Walîtiya Şirnexê, di 5'ê Nîsanê de li 58 qadên herêmên çiyayên Cûdî û Gabarê weke “Herêma Ewlekeriya Taybet” îlan kir û li çûyîn û hatinên sivîlan qedexe kir. Qedexe dê heya 19’ê Nîsanê li herêmê berdewam bike. Operayona li çiyayên Cûdî û Gabar ên Şirnexê bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevan di roja 5’emîn de berdewam dike. Li herêmê sewqiyeta leşkerî tim berdewam dike û li cihên girîng tank tên bi cih kirin û ji herêmê dengên çakan tê. Qereqolên derdora herêmê, topan diavêjin herêma operasyonê û tevgera helîkopterê ya heyî jî balê dikişîne. Di operasyonê de tîmên “Xencer” û “Bayrak” ên di salên 90’î de bi dehan faîlên kiryar ne diyar pêk anîn jî sewqî herêma operasyonê hatin kirin. Di heman demê de cerdevan jî li çolterên gundê Cîfanê û Şîlerût ên qûntarên Çiyayê Cûdî bi cih kirin. Li herêmê tiv û tevgera balafir û helîkopteran jî didome. Dîsa balafirên bê mirov (İHA) jî li herêmê difirin. Ji 23'emîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan helîkopterên ku radibin herêmê gulebaran dikin.
ZOZAN LI KOÇERAN HAT QEDEXEKIRIN
Piştî operasyon hat destpêkirin ketin û derketina herêmê li welatiyan hat qexekirin. Vê yekê bandora xwe li ser koçerên zozanan jî kir. Koçer û sewalvanen ku li kontarên çiyayê Cudî bi cih bûn piştî operasyonê rastî zextên leşkeran hatin. Hat diyar kirin ku leşker bi zorê koçeran ji zozanan dadixin û derdixin dervê sînorê operasyonê. Koçerên ku bi hezaran sewalên wan hene, bi zorê ji zozanan tên daxistin. Koçerên ji zozanan tên daxistin li kontarê çiyê bi cih dibin.
ÇOTKARIYÊ JÎ LI WELATIYAN QEDEXE DIKIN
Welatiyên gundê Cifanê yên kontarê çiyayê Cudî çotkarî û çandiniyê dikin diyar kirin ku piştî operasyonê leşker destûr nadin wan ku biçin nava zevî û çandiniyên xwe û rastî gefên leşkeran tên. Welatiyên duh çûn nava dehl û rêzên xwe ji aliyê leşkeran ve rastî astengiyan hatin.