STENBOL – Malbatên 9 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên li ser fermana Serokê AKP'ê Erdogan hatin girtin, bang li her kesî kirin ku tevli civîna wan a çapemeniyê bibin û ji her kesî xwestin ku li dijî xerabiyê li cem qenciyê cihê xwe bigirin.
Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 16 xwendekarên di 19’ê Adarê de bertek nîşanî “Loqima Afrînê” dan û gotin “Loqima komkujiyê tuneye”. Piştî vê çalakiya xwendekaran Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan got ‘Ew komînîst in. Emê wan nedin xwendin” û fermana binçavkirina wan da. Li ser vê yekê ji 16 xwendekaran hatin binçavkirin ji wan 9 xwendekar hatin. Malbatên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên hatin girtin dê sibê saet di 12.00’an de li Odeya Tabîban a Stenbolê têkildarî mijarê civîna çapemeniy pêk binin. Malbatan têkildarî civînê daxuyaniya nivîskî dan û bang li her kesî kirin ku li cem wan cih bigirin.
'LI DIJÎ XERABIYÊ LI CEM QENCIYÊ CIH BIGIRIN'
Malbatan di daxuyaniya nivîskî de bang li her kesî kirin ku tev li civîna wan a çawemeniyê bibin û xwestin li dijî xerabiyê li cem qenciyê cihê xwe bigirin. Malbatan di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em malbatên xwendekarên Zaningeha Bogazîçî yên hatin binçavkirin û girtin in. Hemû kes dizane ku ji xwendekarên çalakî pêk anîn jê 9 kes hatin girtin. Yên din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Mixabin hewldana binçavkirin, zext û tundiya li ser xwendekaran berdewam dike. Zarokên me di encama pêvajoyek dirêj û westiyayî de zanîngeha Bogaziçi qezenç kirin. Beşên endezyarî, matematik, fizik, zanistiya siyasetê û beşên cuda yên perwerdehiyê de hîndekariya xwe berdewam dikirin. Hemû pêşengên qencî, xweşikahî, huner, zanist û aştiyê bûn. Lê li şûna ciwanên me li zanîngehê bin bi awayekî neheq hatin girtin û şandin Girtîgehên Bakirkoy û Silivriyê. Em bang li her kesî dikin ku li dijî xerabiyê li cem qenciyê cihê xwe bigirin û di 10'ê Nîsanê saet di 12’an de li Odeya Tabîban a Stenbolê tev li civina me ya çapemeniyê bibin."