KOCAELÎ - Akademîsyenên ku ji kar hatin îxrackirin, KODA ava kirin û di sala duyemîn de bi xwendekaran re hatin gel hev. Akademîsyen dê her hefte li ser mijarekê perwerdeyê bidin, diyar kirin ku ew ê aştiyê biparêzin.
Akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) bi Biryara di Hukmê Qanûnê (KHK) hatin îxrackirin, sala çûyî Akademiya Piştgiriyê ya Kocaeliyê (KODA) ava kiribûn, ji bo sala nû dest bi perwerdeyê kirin. Akademîsyen her hefte rojên Çarşemê li Şaxa Egîtîm-Senê ya Kocaeliyê li ser mijarên cuda perwerdeyê didin. Akademîsyenan da zanîn ku ew ê di perwerdeyên sala 20162017'yan de bajar terk nekin û bi xwendekaran re têkoşînê dewam bikin.
‘EM Ê TÊKOŞÎNA SIYASÎ DEWAM BIKIN’
Prof. Dr. Velî Denîz ê ji Fakulteya Endezyariyê ya KOU'yê hat îxrackirin, destnîşan kir ku sala çûyî di warê perwerde dayînê ya derveyê zanîngehê de kêmasî dîtine û wiha got: "Em ê îsal jî heman xebatan pêk bînin. Lê dê ev xebatên me hêj bi awayekî pêşketî dewam bikin. Ji derveyê semîneran, dê lêkolînên mekaleyî yên tekakesî jî dewam bikin. Li gel van em ê bi pirsgirêkên bajaran re jî eleqedar bibin." Denîz girîngiya xwe gihandina pirsgirêkên gel jî vegot û wiha got: "Em hîn bûn ku tenê bi pêşxistina zanyariyê ev kar rizgar nabin. Em ê têkoşîna siyasî mezin bikin. Tişta ji bo me girîng ew e, em ê xwendekar û mirovên xwe yên bajêr tev li vê pêvajoyê bikin. Em ê li vî bajarî hêj zêdetir afrîneriyê bikin."
'EM HER DEM BI GEL RE BÛN’
Denîz da zanîn ku wan xebatên xwe ji derveyê bajêr jî dewam kiriye û wiha pê de çû: "Em wekî akademîsyenên nû hatine îxrackirin em zanîngeha cemawerî diparêzin, kesên bi pere re eleqeya wan tune, em akademîsyenên ku karê piyaseyê nakin. Em mirovên bi pirsgirêkên gel, derûdor, bajar û jinan eleqedar dibin. Di vê demê de me derfeta ji nav sînorên akademiyê derketî bi dest xist û hêj zêdetir em nêzî welatiyên sivîl bûn. Wekî her salên akademîk, me di vê salê de jî ji kelecana xwe tiştek winda nekir. Dê bi heman biryarê ev têkoşîn dewam bike."
Denîz herî dawî aşkera kir ku li welat pergla perwerdeyê rûxiya ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Destpêkê mufredata perwerdeyê guherî. Perwerdeya zanyarî paşve çû. Akademîsyenên di vê qadê de dixebitîn, yek bi yek ji zanîngehan hatin avêtin. Rewşeke rûxyayî li holê ye. Em ê cudahiyan daynin aliyekî û bi berxwedanê bi ser kevin. Divê em di nav piştgiriyê de bin. Li dijî şer daxwaza aştiyê bi pêş bixin."
MA/Elîf Çetîner