DERSIM - Projeya DSÎ ya ku avê bibe gundan beriya dest pê bike bê av ma. Projeya DSÎ ya “Qanala avdaniyê û islaha çeman" beriya dest pê bike çemê Havaçorê çikiya. Endamê Lijneya Parastina Munzurê (DEDEF) Alî Ekber Derman, diyar kir ku bi ve projeyê sewalkariya zozanan êdî tune dibe.
Li navçeya Pulûr a Dersimê çemê Havaçorê çikiya. Karê Avê ya Dewletê (TSİ) ji bo avdaniyê û avê bibe gundan projeyek da destpêkirin. DSÎ projeya "Qanala Avdaniyê û Islaha Çeman" da destpêkirin. Lê hêj proje bi encam nebû ava çemê Havaçorê çikiya. DSÎ bi poreyê armanc dike ku 20-40 metre firehbûn û 3-5 metre kûrbunê bi betonê tije bike. Gel diyar kir ku hemû rûbar û çem dê bibe beton û masiyên li vir dijîn êdî dê ji xwezaya xwe dûr bikevin. Projeya DSÎ di sala 2016'an de dest pê kir û niha ji sedî 70 ketiye meriyetê. Lê hêj proje temam nebû çem çikiya (miçiqî) Piştî çem çikiya welatiyên li gundan sewalên xwe li ser çem av didin êdî nikarin avê bi dest bixin û ev dibe sedem ku li herêmê sewalkarî biqede.
Endamê Lijneya Parastina Munzurê (DEDEF) Alî Ekber Derman, diyar kir ku ew ji destpêkê ve projeyê dişopîne û bi ve projeyê sewalkariya zozanan êdî tune dibe. Derman, der barê zerara projeyê de agahî dan û wiha got: “Armanca projeyê hat hînbûn ku dixwazin ava pak texin bin kontrola xwe. Xwestin tevî ava çemê Kizilca û çemên din islah bikin. Bi vekirina Ocaxên keviran dixwazin ava zikê erdê jî têxin kontrola xwe. Ev proje xweşikahiyên xwezayî tevan tune dike. Êdî gundî dê nikaribin pêdiviyên avê temîn bikin. Bi islaha van çekam dê hemû çem biçikin û welatî nikarin sewalkariyê bikin. Ev dê çandinî û sewalkariyê tune bike. Bi vê projeyê dê sewalvaniya zozanan û sewalkarî tune bibe. Dîsa gelek sewalên biyanî yên li zozan û çiya dijîn ji ber tunebûna avê dê koç bikin û tune bibin." Derman, herî dawî anî ziman ku bi van pojeyan xweza tê talankirin û wêrankirin û cihê ku xweza talan bibe jiyan li wir bi dawî dibe. Derman xwest her kes ji bo pêşeroja xwe û parastina jiyanê li dijî vê projeyê bertekên xwe bînin ziman.
MA / Semra Turan